ROJEVA 21'Ê KANÛNÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 21'ê Kanûna 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 21'ê Kanûna 2018'an.
- Salih Muslim li ser biryara DYE'yê ya ji bo vekişînê got, li gorî şert û mercên ku berê eşkere kirin, biryareke ji nişka ve bû. Muslim got, "Ne me bang li wan kir, ne jî em dikarin ji wan re bêjin 'biçe'. Ji xwe ji bo parastina me nehatibûn."
- Bi gefên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Rojava re bala her kesî çû ser çeteyên DAÎŞ'ê yên biyanî yên di destê YPG'ê de ne. Li gorî medya cîhana rojava, bi êrîşa dewleta Tirk re dibe ku kaosek derkeve û DAÎŞ'î yekser xwe bigihînin Ewropayê.
- Eniya Şoreşger nerazîbûn nîşan da û diyar kir, vekişîna emperyalîzma Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) ji Rojava, plana ji bo amadekirina zemînê ji komkujî û qirkirinê re ye.
- Mexdûrên erdheja par a li herêma Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê hîn jî li derve ve û bê mal dest bi zivistaneke nû kirin.