ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2021'Ê
Nûçeyên sereke yên rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Nûçeyên sereke yên rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger wê bê şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin.
AKP kengî tengav bû qala 'çareseriyê' kir. Mebesta xwe ji çareseriyê jî ew bû ku gerîlayên Kurdistanê bi rengekî çekê bêdeng bikin... Konsepta tunekirinê ya veşartî dihate meşandin bi navê 'çareseriyê' dihate nixumandin. Dewleta Tirk gaveke bi tenê jî nediavêt.
Rêveberiya PDK'ê deriyên Hewlêrê li penaberên ji Bakurê Kurdistanê digire, lê belê yên ku ji ber sûcên fûhûş û kuştinê hatine û mîna endamekî îstîxbaratê dixebitin, heta dawiyê derî li wan vekiriye.
Parlamenta Elman, ji bo kesên ku rola xwe di kuştina sê şoreşgerên Kurd de heye bên eşkerekirin, ji dewleta Elman xwest ku zextê bike. Partiya Çep jî karên hevkarê Guney ê li nava DÎTÎB'ê xiste rojeva meclîsê.
Ji Komîteya Zindanan a PAJK'ê Gulê Amed destnîşan kir ku êdî ti ji milîtanên PKK û PAJK'ê nikare xwe li tecrîd û dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd rabigirin.
Dewleta Tirk 2 meh in êrişên xwe yên li ser Eyn Îsayê zêde kiriye. Rûsya û Şam ne tenê lê temaşe kirin, her wiha zext li QSD'ê kirin. Li gel vê yekê jî QSD'ê û gel li ber xwe dan û rê nedan dagirkeriya Tirk.
'Şertê Pîvanan' ê ku hikumeta Fransayê ji bo têkoşîna li dijî çeteyên Îslamîst ên tundrew pêşkêş kir, ji aliyê saziyên Tirk ve nehate îmzeikrin.
Yek ji welatên ku ji ber ziwatiyê metirsiya birçîbûnê li ser heye, Madagaskar e. 1.4 milyon mirov di nava xeteriya birçîbûnê de ne.