ROJEVA 2'Ê HEZÎRANA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Ji fermandarên HPG'ê Dagistan Întîkam got, "Heta yek ji me bimîne, em ê nehêlin ku li xaka pîroz a Kurdistanê bêhn bê ber dijmin."

- Hişyar Ozsoy anî ziman ku Erdogan di meseleya Kurd de şer û pevçûnê her tim beriya hilbijartinê weke amûrekê bi kar aniye û got, "Em hêvîdar in ku partiyên muxalefetê mîna leşkeran li pişt Erdogan nekevin rêzê."

- Hejmara Gulanê ya rojnameya Serxwebûnê bi manşeta "Li ser xeta şehîdan wê dagirkerî û xiyanet winda bike, berxwedana gel û gerîla bi ser bikeve" hate weşandin.

- Ciwanên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji bo xwedîderketina li berxwedana li qadên gerîla meşa dirêj lidar xistin, destnîşankirin ku PDK û dewleta Tirk wê li hemberî gerîla têk biçin, ew ê seferberiya çalakiyan dewam bikin.

- Îdir ku li herêma Serhedê yek ji bajarên herî berhemdar e, dibe çol.