ROJEVA 2'Ê GULANA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Komîteya Rêveber a PKK'ê şehîdên meha Gulanê bi bîr anî.
- Rustem Başûr weke gerîlayekî çû Şengalê, ku bavê wî yê fermandarekî pêşmergeyan Şengal terikandibû. Rustem Başûr bi vê jî nesekinî li Rojava jî şer kir. Başûr ku xaziyê Şoreşa Rojava ye, bang li pêşmergeyan kir.
- Koordînatorê Giştî yê Tevgera Çep a Sûriyeyê Dr. Ghayath Naîsse anî ziman, ku ew piştgiriyê dide PKK'ê, ji ber ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe dide û gelan diparêze. Bang li her kesî jî kir ku piştgiriyê bidin PKK'ê.
- Hejmara meha Gulanê ya rojnameya jinê Newaya Jin derket. Di hejmara 206'an de işaret bi êrişên mêtingeriyê yên li gelek herêmên Kurdistanê hate kirin.
- Stêrka Rojê komeke muzîkê ya ji 9 zarokan e, ku li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo kar dike.
- KCDK-E'yê Cejna Remezanê ya alema Îslamê pîroz kir û ji bo xwedîderketin û xurtkirina yekîtiya neteweyî bang kir.
- Civaka Dewletên Efrîka ya Rojava (CEDEAO) li hemberî guhertina avhewayê, li ser sratejiya herêmî ya 10 salên bê, li hev kir.