ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Alîkarê Hevserokên Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer got, "Heta ku Erdogan li ser hikum be wê DAÎŞ neqede. Erdogan bavê rûhanî yê DAÎŞ'ê ye."

- Parêzer Kamîl Tekîn diyar kir ku 'mafê hêviyê' yê ku Konseya Ewropayê di biryara Ocalan-2 de qalê dike, divê ji bo her kesî be.

- Parêzer Bûrhan Arta destnîşan kir ku ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din, rêxistinên civakî yên sivîl û rêxistinên hiqûqî divê hîn bêhtir hewl bidin.

- Derhêner Veysî Altay bal kişand ser zext û êrişên li dijî ziman, çand û hunera Kurd û got, "Beriya her tiştî divê em xwedî li çand û zimanê xwe derkevin."

- Ji ber zêdekirina buhayê nan, li navend û taxên Colemêrgê nan êdî li dikan û marketan nayê firotin.