ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên artêşa Tirk a dagirker û PDK'ê li gel bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Endamê Desteya Rêveber a TÎHV'ê Pisporê Tip a Edlî Prof. Dr. Umît Bîçer bi bîr xist ku Garîbe Gezer beriya niha jî hewl da bû întixar bike û tevî vê yekê jî li hucreya yek kesî hate hiştin ku ev yek êşkence ye.
- Enternasyonalîstên ku ji 20 welatên cuda hatin qada Şoreşa Rojava wiha gotin, "Li Rojava tiştên gelekî bedew diqewimin. Ji bo parastina van bedewiyan ji êrişan, divê em têbikoşin."
- Encamnameya Civîna Konseya Rêveber a KNK'ê hate eşkerekirin. Bi taybetî plan hate kirin ku di dema bê de ji Emerîka heta Rûsyayê, ji Ewropa heta Rojhilata Navîn pêngaveke dîplomaisyê bê meşandin.
- Serokê Navenda Lêkolîn û Lêgerînên Ereb a Qahîrê Mihemed Fethî El Şerîf û siyasetmedar û lêkolîner Ehmed Enan diyar kirin ku Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirin û rizgariya Sûriyeyê şensekî mezin e.