ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê li gel bûyerên têkildar wê werin şopandin.

- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê gerîlayên ku derba giran li Zapê li dagirkeran dan, pîroz kir û got, "AKP a ku dixwaze desthilatdariya xwe bi rêya dagirkeriya leşkerî dewam bike, bi derbên ji gerîla dixwe wê li ser bingeha têkoşîna yekbûyî ya gelê me hilweşe."

- Ji bo derxistina navê PKK'ê ji 'lîsteya rêxistinên terorê' tê xwestin ku bi milyonan îmze bêne komkirin.

- 'Nobeda Azadiyê' ku li Strasbourgê dewam dike, kete hefteya 495'an. Çalakgerên hefteya nû, endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Baselê ye.

- Ji çalakgerên 'Nobeda Edaletê' ya li Baroya Amedê Încî Guler Altindag, ji bo kekê xwe Abdulselam Guler ê ku 29 sal in girtî ye û girtiyên din daxwaza edaletê dike.

- Şêniyên wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) êrişên li ser Şengalê şermezar kirin û diyar kirin ku ew êriş bi îxanet û hevkariya PDK’ê tên kirin.

- Rojava, bi berxwedana li dijî faşîzm û dagirkeriyê, bi avakirina civaka azadîparêziya jinê, ekolojîk û demokratîk re bala rêxistinên anarşîst ên li çar aliyên cîhanê kişand. Anarşîst Elena got, "Ji ber ku serketina Şoreşa Rojava serketina rêxistinên şoreşger ên cîhanê ye."

- Koordînasyona YPS'ê diyar kir, dewleta Tirk dixwaze çalakiya yekîneyên YPS'ê ya li dijî Tahîr Guven manîpule bike, bi vî rengî ji bo xwe bike avantajeke siyasî û got, îdîayên li ser girtina endamê wan nerast e.

- Zanyaran ragihandin ku li Antarktîkayê qadeke qeşayê dibe ku di nava pênc salan de parçe bibe. Eger parçe bibe wê di asta ji sedî 25'an de tevkariyê li bilindbûna asta deryayê bike.