ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Karên hilbijartinê yên Tifaqa Ked û Azadiyê wê werin şopandin.
- Ji namzetên Partiya Çepên Kesk Berdan Ozturk got, "Eger em bi xurtî bikevin meclisê wê siyaseta rêya 3'yemîn diyarker bibe" û ji bo rêya çareseriyê jî işaret bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.
- Ji namzetên Wanê yên Partiya Çepên Kesk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît yek ji wan hevşaredaran bû ku mazbataya wê hate desteserkirin. Sayyîgît destnîşan kir ku ew ti carî ji gel qut nebûn û ji niha û pê ve jî wê bi gel re bixebitin.
- Endamê DÎK'ê Mele Yûsûf Andan diyar kir ku desthilatdariya AKP'ê hesasiyetên olî yên civakê bi kar tîne, bi vî rengî propagandayê dike û got, "Quran ji xwe re kirine mertal."
- Ji namzetên Rihayê yên Partiya Çepên Kesk û parlamenterê heyî Omer Ocalan got, Partiya Çepên Kesk wê di hilbijartinê de bi rola diyarker rabe.
- Hevberdevkê Meclisa Ciwanan a HDP'ê Rohat Govercîn destnîşan kir, ku ji 7 milyon hilbijêrên ku wê yekemcar dengê xwe bi kar bînin, piraniya wan wê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kes.
- Ji namzetên Partiya Çepên Kesk Abdulhakîm Taş ku Serokê Platforma Komeleyên Rojhilat û Başûrrojhilat e, destnîşan kir ku platform ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê wê piştgiriyê bide Partiya Çepên Kesk.