ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Ciwanên Ereb bi daxuyaniyekê tevlî nava refên PKK'ê bûn û gotin, "Her mala ku hatiye hilweşandin, her welatparêzekî me yê hatiye qetilkirin û her êrişeke faşîst ji bo me hinceta tolhildanê ye."

- Parêzer Ayşe Bîngol Demîr got, biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê biryareke teqez nîne û diyar kir ku hewldanên wan ên li ser asta Komîteyê wê dewam bike.

- Razemeniyên desthilatdariya AKP-MHP'ê yên li Wanê; girtîgehên nû, qesr û konên Tirk e.

- Di demekê de ku krîza aboriyê giran bûye, Besna Balikesîr a ji Colemêrgê xwarina ku li malê çêdike difiroşe û debara xwe pê dike.