ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Karên hilbijartinê yên Tifaqa Ked û Azadiyê wê bêne şopandin.

- Ji namzetên parlamenteriyê yên Erzîromê Meral Daniş Beştaş a Partiya Çep a Kesk got, "Hilbijartinên meclîsê ji bo me di rêza destpêkê de ne. Gelekî krîtîk e. Divê em bi xurtî bikevin meclîsê."

- Hevberdevkê Komîsyona Hilbijartinê ya Stenbolê ya Partiya Çep a Kesk Ramazan Yavûz li ser karên hilbijartinê axivî û got, "Em dixwazin li Stenbolê 20 wekîlan bi dest bixin û rêjeya dengê xwe jî ji sedî sed zêdetir bikin."

- Bi nêzîkbûna hilbijartinên 14'ê Gulanê re AKP'ê li Kurdistanê dest bi dek û dolaban kir. AKP û komeleyên wê weke bertîla hilbijartinê pere û koliya xurekê belav dikin.

- Namzeta Parlamenteriyê ya Colemêrgê ya Partiya Çep a Kesk Oznûr Bartin got, "Em bi mejiyekî despot re rû bi rû ne. Ji bo bibim dengê jin û ciwanan ez ê li meclîsê bim."

- Ji namzetên parlamenteriyê yên Colemêrgê Vezîr Coşkûn Parlak ê ji Partiya Çep a Kesk destnîşan kir ku Colemêrg dikare ji aştiyeke civakî û yekîtiya neteweyî re pêşengiyê bike.

- Ji namzetên Partiya Çep a Kesk Hasan Cemal diyar kir ku divê destpêkê pirsgirêka Kurd çareser bibe û got, "Sîstem têk çûye, riziya ye. Divê sîstema yek şexsî ji holê bê rakirin, bi komara demokratîk re welat jinûve bê avakirin."