ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Hiqûqnas Onûr Duşunmez anî ziman ku Tirkiye li dijî peymanên ku mohra xwe daniye binî tevdigere û hem qanûnên xwe hem jî qanûnên navneteweyî binpê dike.

- Berpirsyar û sîxurên MÎT'ê yên bi operasyonên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin girtin, li xwe mikur hatin ku ji bo tevlîhevî û sûîqestan li herêmê bikin hatine wezîfedarkirin.

- Mîna li Wanê, dewleta Tirk li Colemêrgê jî 6 sal in çalakî-xwepêşandanan qedexe dike. Li herêmên derveyî navendê jî bi qedexeyên demkî vê yekê domdar dike.