ROJEVA 11Ê KANÛNA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
-Êrîşên dagirkerên artêşa Tirk û PDK'ê û geşedanên têkilî vê wê werin şopandin.
-Ji ber 10'ê Kanûnê Roja Cîhanî ya Ji Abdullah Ocalan re Azadî îro li Kurdistanê û Ewropayê li gelek bajaran wê çalakî û meş werin kirin.
-Hevserokê Daîreya Karê Derve ya Bakur-Rojhilatê Sûriyê Evdilkerîm Omer diyar kir derheqê darizandina DAÎŞ’iyan û kampan hêzên navnetewî bi berpirsyariya xwe ranabin û got, ‘’rewş pir cidî ye.’’
-Serokê Şûbeya ÎHD’ê ya Wanê Parêzer Mehmet Karataş got sala 2021’an li Wanê binpêkirina mafan zêdetir bûye.
-Tevgera ciwanan ên Ewropayê TCŞ’ê û TekoJIN’ê bang kirin ku her kes tevlî mesa dirêj a li paytexta Fransa Parîsê bibe, ku di navbeyna 13-15’ê Kanûnê de wê were kirin.
-Ciwanên Kurdistanî ku ji Hollandayê tevlî çalakiya bi dirûşma,’’Wê azadî bi ser bikeve, ji bo Abdullah Ocalan tevbigere’’ ku 1’ê Kanûnê li Strasboûrgê bûne, gotin ew ê li her deverê faşîzma TC’ê teşhîr bikin.
-Hevseroka ÎHD'ê Eren Keskîn diyar kir Garîb Gezer bi heqê xwe dizanîbû, jineke wiha bû ku serê neditewand û got, ''Çi xwekuştin be çi jî cînayet, ji mirina Garîbe îdareya girtîgehê berpirs e.''