ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Karên hilbijartinê yên Tifaqa Ked û Azadiyê wê bêne şopandin.

- Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Mûstafa Akengîn li ser ewlehiya dengdanê axivî û got, "Divê gelê me xwedî li dengê xwe derkeve."

- Seroka Şaxê Stenbolê ya ÎHD'ê Gulseren Yolerî diyar kir, ew di pêvajoyeke welê de ne ku êdî rejîma otorîter hatiye bicihkirin û qala demokrasiyê nikare bê kirin.

- Siyasetmedar, jin, ciwan û beşên cuda yên ji civaka Kurd ji bo meşa navendî ya li Dusseldorfê banga tevlîbûnê kir. Meş wê 15'ê Nîsanê li dijî Komploya Navneteweyî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd bê lidarxistin.

- Hevseroka Goç-Derê Gulşen Kûrt işaret bi girîngiya hilbijartinê ji bo jinan kir û bang li jinan hemûyan kir ku di bin sîwana Partiya Çep a Kesk de li hev bicivin.