ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Karên Hilbijartinê yên Tifaqa ked û Azadiyê wê werin şopandin.

- Hevseroka HDP'ê ya Wanê Handan Karakoyûn destnîşan kir ku xelkê Wanê li gel astengiyan hemûyan jî li Newrozê îradeya xwe nîşan da, daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kir û got, di hilbijartinên 14'ê Nîsanê de jî wê vê îradeyê nîşan bide.

- Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulistan Atasoy bal kişand ser bandora erdhejê li hilbijartinên 2023'an û got, "Hevdîtin û piştevaniya ku me di dema erdhejê de nîşan da, wê teqez guhertinekê bi xwe re bîne."

- Fermandarê HPG'ê Serhed Tolhildan bi dilnizmî, wêrekî û fedaîtiya xwe dihate naskirin. Weke şervanekî heqîqetê ji bo jiyaneke azad heta nefesa xwe ya dawî têkoşiya.

- Kantona Appenzeyên Derve ya Swîsreyê hilblijartinê dike. Yek ji namzetên wekîliyê jî Nazîr Atîlla yê ji Bazarcix a Mereşê ye. Her wiha li bajarê Herîsaûyê jî namzetê endametiya meclîsa şaredariyê ye.