ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Endamê Komîteya Perwerdeyê ya PKK'ê Mahîr Dogan diyar kir ku krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê pêwendiya xwe bi polîtîkayên şer ên rejîma AKP-MHP'ê heye û got, "Li dijî polîtîkayên şer em ê bi xurtî li ber xwe bidin."

- Dewleta Tirk a dagirker ku Efrîn kiriye êşkencexane, di nava 4 salan de 686 sivîl qetil kir, 8 hezar û 455 sivîl jî revand. Aqûbeta nîvê kesên hatine revandin nayê zanîn. Dagirkeran li bajêr bi dehan zindan ava kirin.

- Li Başûrê Kurdistanê ku çavkaniyên xwezayî bi rêya şîrketên malbatî têne firotin û xwedî aboriyeke çewt e, ku bi para ji hikumeta navendî tê hatiye avakirin û xwe naspêre hilberînê, aktorên girîng ên Malbata Barzanî bi serweta xwe di rojevê de ne.

- Hacer Es ku li herêma Rûbarokê ya Şemzînanê karê mêşên hingiv dike, wiha axivî: "Ez li cihekî zehmet vî karî dikim, lê kêfa min jê re tê. Ji ber ku di karê xwe de serketî me, gelek hevalên min dibêjin ku ew jî dixwazin vî karî bikin."