ROJEVA 10'Ê GULANA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat destnîşan kir ku rêveberiya Iraqê û PDK beriya her tiştî divê hesabê fermanê bidin Êzidiyan û got, "Rexnedayina herî rast a Iraqê, naskirina Rêveberiya Xweser a Şengalê ye."
- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bi bîr xist ku êrişên rejîma AKP-MHP'ê yên di 26'ê Tebaxa 2016'an de da destpêkirin, 6 sal in bênavber dewam dikin û got, "Gerîla wê dewleta Tirk têk bibe, wê li Zapê bixe binê erdê."
- Gerîlayê HPG'ê Welat Agir anî ziman ku heta gerîla hebe wê dagirker nikaribe li vî welatî bi hêsanî tevbigere û diyar kir, ku ji ber vê yekê girîng e şer ne tenê li Zapê be, divê li her devera Kurdistanê serî bê hildan.
- Endamê Desteya Rêveber a Herêma Firatê Nîhad Ehmed li ser gotina "Em ê milyonek Sûriyeyiyan vegerînin" a Erdogan axivî û got, "Eger milyonek mirovî li herêmên ne yên wan e bi cih bike, ev ê bibe metirsiyeke mezin ku mîna bombeyek li ber teqînê ye."
- Tevgera Çanda Jinê ya Kevana Zêrîn endama Tevgera Çand û Hunerê ya Demokratîk Rojda Bakur bi bîr anî ku ji ber kanserê şehîd bû.
- Çandinî, hilberîna zebzeyan û tekstîl ku Rojava xerîbê wan bû, destpêkê ji aliyê jinan ve hatin kirin. Jinan bi dirûşma 'Em modelên xwe hildiberînin û bazara xwe ava dikin" û dest bi demokratîkkirina bazarê kirin.
- Festîvala Fîlmên Kurd a Amsterdamê 13'ê Gulanê destpê dike. Di festîvalê de wê 25 fîlm bêne nîşandan û gelek çalakiyên çandî jî bêne lidarxistin.
- Li girtîgeheke Ekvadorê, di şerê navbera çeteyan de herî kêm 43 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 100 girtî reviyan.