ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên artêşa Tirk a dagirker û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan anî ziman ku PKK ji bo hebûn û azadiya gelê Kurd şer dike û got, "Berxwedana Zap, Avaşîn û Metînayê banga li her kesî ye. Divê her kes li gorî vê bangê tevbigere."
- Tîma Xençer a bi serkêşiya çeteyê AKP'ê Zubeyîr Babat li dijî Kurdan tê bikaranîn, li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrişan de tê bikaranîn.
- Meşa Dirêj a li Yewnanistanê roja duyemîn li pey xwe hişt. Meşvanan gotin, heta ku dagirkerî û xiyanet ji holê bê rakirin wê li ser piyan bin.
- Nobeda Azadiyê ku 25'ê Hezîranê wê deh salan li pey xwe bihêle, vê hefteyê bi endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Munsterê dewam dike.
- Hejmara meha Hezîranê ya rojnameya Jinê Newaya Jin bi manşeta "Cîhaneke nû ava dibe" derket.
- Li Dersimê dema Ribês e. Ribês ku tehma xwe hinekî tirş e, fêkiyeke biharê ye.
- Hişkesaliyê bandor li çandiniya li Şengalê kir