ROJEVA 1'Ê GULANA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.ü
- Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir ku êrişa dawî ya dewleta Tirk parçeyek ji konsepta qirkirinê ya li dijî gelê Kurd û komploya navneteweyî ye û got, "Di vir de rol ji dewleta Tirk û PDK'ê re hatiye dayin. Ew jî vê mîsyonê bi cih tînin." Bayik li ser rageşiya li Şengalê jî xwest, ku hikumeta Iraqê pirsgirêkên xwe yên bi civaka Êzidî re bi rêya diyalogê çareser bike.
- Dr. Serbilind Dersim got, welatên sereke yên NATO'yê mîna Emerîka, Fransa û Îngilistan, dewleta Rûsyayê sûcdar dikin ku li dijî Ûkraynayê çekên kîmyewî bi kar tîne, lê belê bi durûtî ji nedîtî ve tên ku Tirkiye li dijî Kurdan çekên kîmyewî bi kar tîne.
- Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê Cejna Remezanê ya Misilmanan pîroz kir.
- Endamê Asayîşa Êzidxanê ya Sinûnê Nasir Xeyro destnîşan kir ku hêzên PDK'ê û Iraqê xiyanet li civaka Êzidî kirin, lewma di demekê de ku pêwîstiya gel bi baweriyê hebû Asayîşa Êzidxanê hate avakirin.
- Xwedêda Mirad ku li Şengalê xwedî çîftlîka mihan e, anî ziman ku ji ber bicihbûna artêşa Iraqê û girtina rêyên sereke, nikarin bi rehetî tevbigerin.
- Çalakiyên ku wê bi wesîleya 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran bêne lidarxistin, wê werin şopandin.
- Karkerên li sektora înşaetê dixebitin gotin, "Em nikarin nan bibin mala xwe. Bi rastî jî hêviya me ji paşerojê nemaye."
- Hejmara meha Nîsanê ya rojnameya Serxwebûnê bi manşeta "Li dijî dagirkerî û xiyanetê dema serhildanê ye" derket.