Rojbîn Perîşan a piştî 30 salan hat berdan, bi awayek girseyî hat pêşawazîkirin
Rojbîn Perîşan a ku 30 salan li girtîgeha Tirk dihat ragirtin, hat berdan. Perîşan li warê xwe Amedê, bi awayek girseyî hat pêşwazîkirin.
Rojbîn Perîşan a ku 30 salan li girtîgeha Tirk dihat ragirtin, hat berdan. Perîşan li warê xwe Amedê, bi awayek girseyî hat pêşwazîkirin.
Nivîskar Rojbîn Perîşan roja 30’ê Cotmehê ji Girtîgeha Girtî ya Jinan a Gebzeyê, hat berdan.
Perîşan di sala 1973’an de li navçeya Lîce ya Amedê ji hat dinê, di sala 1992’an de di temenê xwe 18 saliyê de hatibû girtin.
Perîşan ji aliyê Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) ve ku darizandina adilane lê nîne, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” cezayê heta dawiyê lê hatibû birîn.
Perîşan piştî 30 salan hat berdan û ji Stenbolê bi balafirê hat Amedê.
Perîşan li Qada Hewayî ya Amedê ji aliyê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Hikûmxwar ên Girtî re (TÛAY-DER), endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Yekîtî û Çandê ya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda kirine (MEBYA-DER), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a bajêr û navçeyan, rêxstina HDP’ê ya Êlihê, Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn, Komeleya Nivîskaran û gelek kesên din ve bi gul, tilîlî, çepikan û dirûşmeya “Jin jiyan azadî” hat pêşwazîkirin.
Polîsan nehişt ku rojnamevan dîmen bigirin û Perîşan li qada hewayî daxuyaniyê bide.
Rojbîn Perîşan di cihê derketina ji qada hewayî de wiha got: “Ji rûmet û azadiyê tiştek xweştir nîne.” Girseyê heta mala Perîşan a li Baglarê, ew pêşwazî kir.