Rêxistinên hiqûqê ji bo doza Deniz Poyraz kom bûn
Gelek rêxistinên hiqûqî beriya doza Deniz Poyraz a HDP'yî ku 29'ê Kanûnê wê çêbibe, daxuyaniya çapemeniyê dan.
Gelek rêxistinên hiqûqî beriya doza Deniz Poyraz a HDP'yî ku 29'ê Kanûnê wê çêbibe, daxuyaniya çapemeniyê dan.
Daxuyaniya çapemeniyê li Izmîrê hate kirin. Civîn ji hêla Baroya Izmîrê, Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD) û Komeleya Hiqûqnasên Hevçax (ÇDH) ve li Komeleya Rojeva Mafê Mirovan hate organîzkirin.
Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê ji Komîsyona Hiqû û Mafê Mirovan Berpirs Umît Dede, Hevserokê Şûbeya Îzmîrê yê OHD'ê Mazlûm Demîrbag, parêzerên Deniz Poyraz Turkan Aslan Agaç û Gurbet Uçar, Îmdat Ataş û Mecît Yildirim li daxuyanianiya çapemeniyê hazir bûn.
Serokê Baroya Izmîrê Ozkan Yucel got, ''Êrîşe li azadiya derbirînê û mafê jiyanê bûye. Ji bo ku berpirs bêne darizandin tişta ku ji dest me tê em ê texsîr nekin. Doza Deniz Poyraz doza me ye.''
Yucel diyar kir ew ê Baroya Izmîrê bixwazin ku bibin mudaxîl di doza 29'ê Kanûnê de.
Seroka Komeleya Rojeva Mafê Mirovan Ozlem Yilmaz diyar kir cinayeta Poyraz, 'cinayeta nefretê ye'' û got, ''Ji bo ku ser dozê ronî bibe em ê bişopînin. Em dixwazin ser cinayetê ronî bibe.''
Sekreta ÇHD'ê Nergiz Tûba Aslan got, ''Onur Gencer ê ku komkujî kirî her çendî niha tê darizandin jî em pê dizanin ku komkujî bi plan û program bû.''
Aslan got,''Heta niha dozger tişta ku diviya bikira yek jê nekiriye. Di serî de dosyaya Deniz Poyraz em dixwazin dosyayên hemû komkujiyan were ronîkirin. Ji bo ku berpirs werin darizandin em ê têbikoşin.''
Parêzerê OHD'ê Aryen Turan jî got, ''Ji bo ku bi berfirehî li ser dosyayê were rawestandin û faîlên rastîn derkevin holê têkoşîna me wê bidome.''
Di civînê de her wiha hate xwestin ku raya giştî doza Deniz Poyraz ku 29'ê Kanûnê li Izmîrê çêbibe bişopînin û ji bo ku rastî derkeve holê dengê xwe derxîne.