Rêxistina Mafê Mirovan: Nûçeya Zagros TV derew e

Rêxistina Mafê Mirovan: Nûçeya Zagros TV derew e

Rêxistina Mafê Mirovan ya Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku, nûçeya kanala Zagros Tv ku îdia dike ku girtiyekî li navendên Asayîşê dibin îşkenceyê de jiyana xwe jidest daye, derewin û da diyar kirin ku, ev nûçe ji rastiyê dûre.

Rêxistina Mafê Mirovan li Rojavayê Kurdistanê, di derbarê nûçeya kanala Zagros Tv di 5’ê tîrmehê di dema weşana ARK TV'yê de weşandibû , îdia kiribû ku girtiyekî li navendên Asayîşa Rojavayê Kurdistanê bi îşkenceyê jiyana xwe jidest daye. Rêxistina Mafê Mirova daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku, wan di vê mijarê lêkolîn pêk aniye û da zanîn ku, nûçeya Zagros Tv ji rastiyê dûre.  Rêxistinê ji kes û saziyan xwest ku bi nûçeyên wiha rewşa nazik ya Rojavayê Kurdistanê berevajî nekin û bi hestên welatiyan nelîzin.

Di daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan de tê gotin, "Azadiya çapemeniyê yek ji nîşanên civak û dewletên Demokratîk in, lê pêwîste ev azadî li ser bingeha rastî, duristî û pîvan û exlaqên çapemeniyê bin. Nûçe jî pêwîste bi wijdan û li ser bingeha rastiyan werin weşandin. Di demên dawî de hin kanalên Televizyonê, Malper û hin kesên ku xwe wek ragihêner, çalakvan û rewşenbîr didin nasîn, bi weşandina nûçeyên derewîn û berevajî kirina rastiyan, rê dane fitne, tevlîhevî û birakujiyê."

Daxuyanî balê dikşîne ser nûçeya kanala ZagrosTV ku di 5’ê Tîrmehê de di dema weşana ARK TV'yê de îdia kiri bû ku ‘girtiyekî li navendên Asayîşa Rojavaya Kurdistan dibin işkenceyê de jiyana xwe jidest daye’ wan di vê mijarê lêkolîn pêk aniye û eşkere bûye ku ev nûçe ji rastiyê dûre.

Daxuyanî wiha dewam dike: "Ev nûçeyên derewîn mîna tîrên bijehrjîn di laşê civakê de kîn û fitneyê diçînin."

Rêxistina Mafê Mirovan li Rojavayê Kurdistanê di dawiya daxuyaniya xwe de ji kes û saziyan xwest ku nûçeyan berevajî nekin û bi hestên welatiyan nelîzin. Her wiha bang û hişyariyê li welatiyan kir ku guh nedin nûçeyên derewîn yên van navendan.