Rewşenbîr: Em naxwazin bi vê şermê re bijîn

Rewşenbîr: Em naxwazin bi vê şermê re bijîn

Tevî navbeykarên rojiya mirinê ya 96’an Yaşar Kemal, Zulfu Lîvanelî û Mehmet Bekaroglû, gelek rewşenbîr xwestin daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de ne bêne qeûblkirin. Rewşenbîran nerazîbûnek tund nîşanî gotina Ersogan a bi awayê “Dixwin û şowê dikin” dan û diyar kirin ku muxatabê vê yekê serokwezîr e û berpirsê mirinan jî serokwezîr e.

Tevî nivîskarê navdar Yaşar Kemal, Mehmet Bekaroglû, Zulfu Lîvanelî, Murathan Mungan, Yildiz Ramazanoglû, Mustafa Alabora, Fatma Gok, Gencay Gursoy gelek rewşenbîr û siyasetmedar tevlî civîna çapemeniyê ya li Hill Otel a Taksîma Stenbolê pêk hat, bûn.

YAŞAR KEMAL: NIFŞEK DÊ TUNE BIBE

Nivîskarê navdar Yaşar Kemal bi bîr xist ku wî û Mehbet Bekaroglû û Zulfu Lîvanelî ji bo greva birçîbûnê ya 98’an navbeynkarî kirine û got: “Me mirinan dît. Em di ya yekem de bi ser ketin, em ya duwem re mijûl bûn û çend kesên din hebûn em mijûl bûn.... Zilmek mezin li van zarokan hate kirin. Beşek ji wan mirin, beşek ma. Di wê demê de kurê wan, bavê wan dê bibin aliyê vê têkoşînê, dê nifşek tune bibe. Ez tiştek zêde nabêjim, ez naxwazim bêjim jî.

Di dema civîna çapemeniyê de Kemal bi rêya hevsera xwe balovekek li endamên çapemeniyê belav kir û got; “Ger mirovek bimire û mirov vê yekê temaşe bike, ev êşaherî mezin e. Ev li mirovahiyê nayê. .."

BEKAROGLU: YÊN GAVAN NEAVÊJIN BERPIRSÊN MIRAN IN

Siyasetmedar Mehmet Bekaroglû jî îşaret bi hukûmetê kir û got; “Yên ku pêngavan neavêje ew berpirsên mirin in û nerazîbûnek tund nîşanî daxuyaniyên serokwezîrê Tirk Erdogan da. Bekaroglû got; “Birêz Serokwezîr hûn misilman in, çawa dikarin wiha biaxivin? Tu behsa xwarina ku mirovan sê meh beriya niha xwariye dikî. Em li ser mirinan diaxivin. Hûn çawa dikarin wiha biaxivin? Hema êrî dest ji vê yekê berdin û daxuyaniyek berdin. Ger hûn wisa bikin hûn dê qezenç bikin, Tirkiye dê qezenç bike.”

LÎVANELÎ: MUXATAB NE ÇALAKGER, LÊ SEROKWEZÎR E

Zulfu Lîvanelî jî got; “Di vê kêliyên ku em civîna çapemeniyê li dar dixin de mirov nêzî mirinê dibin” û diyar kir ku sedema civîna wan a li vir ew e ku êdî mirin çênebin. Lîvanelî da zanîn ku nêrîna wan çi be jî ya girîng jiyana wan e û got: “muaxatabê vê yekê ne kesên dest bi rojiya mirinê kirine. Ew dibêje “doza min ji jiyana min girîngtir e” Mir çawa dikare wan razî bike. Ji ber wê jî muxatab hukûmet û serokwezîr e.”

AKTAN: HETA NIHA JÎ WEZARETÊ BERSIV NEDAYE

Serokê Desteya Navenda TTB’ê Prof. Dr. Ozdemîr Aktan bi bîr xist ku ew ji ezmûnên berê dizanin ku di roja 40’emîn de nexweşiyên mayinde peyda dibin û di roja 60’emîn de jî êdî mirin dest pê dikin. Aktan got: “Ji bo em biçin girtîgehan em gelek aran serîli WezaretaDadê da, lê heta niha tu bersivek nedaneme.”

MUNGAN: DIVÊ EM BIBIN DENGÊ BINDESTAN

Nivîskar-helbestvan Mûrathan Mûngan got: “ Ez îro ne ji ber ku rewşenbîr, helbestvan û nivîskar im, li vir im, ji ber ku ez helwelatî me û xwedî zanyariyên jiyanê me li virim.” Mûngan da zanîn divê her kes dengê xwe derbixe û got; “Em mirovên bi şans ên ku dikarin xwe baştir îfade bikin, divê neçar in bibin dengê kesên nikarin xwe îfade bikin, mirovên bindest, mexdûrdan.”

RAMAZANOGLU: DIVÊ HER KES DESTÊ XWE TÊXE BIN KEVIR

Yildiz Ramazanoglû jî diyar kir ku ew ji zarokên mexdûrên TMK (yasaya têkoşîna li dijî terorê) 5 hezar kes hatine cem hev û nerazîbûn nîşanî bêdengiya li hemberî girtiyan da. Ramazanoglû ji her kesê xwest ku her kes destê xwe têxe bin kevir.

Prof.Fatma Gok jî got; “Em fikar in, bi guman in” û rojiyên mirinê yên salên 96 û 2000’ê bi bîr xist û destnîşan kir ku dikarin daxwazên girtiyan qebûl bikin.