Parêzerên Hevseroka KCD'ê Leyla Guven têkilî rewşa Guven ku ev 45 roj in ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe di greva birçîbûnê de ye, daxuyaniyeke çapemeniyê dan.
Di daxuyaniya çapemeniyê de ku li Şûbeya Mafê Mirovan a Amedê hate çêkirin, parêzerên Guven Şivan Cemîl Ozen, Sserdar Çelebî û Reyhan Yalçindag hazir bûn.
Yalçindag daxuyaniya hevpîşeyên xwe ya têkilî Guven a ku beriya bi 15 rojan dabûn bi bîr xist, ku wê demê rewş krîtîk a pêşî bû û niha rewş ketiye qonaxeke dî ya krîtîk.
'NIKARE HEVDÎTINAN BIKE'
Yalçindag got: ''Ji ber sedema ku roja 45'an a grevê ye ne di rewşeke wiha de ye ku hevdîtinê bike. Duh hevalên me xwestin ku wê bibînin lê ji ber ku nikaribû bimeşe û ji ber ku bêhal bû nikaribûn wê bibînin. Ji ber ku bi hevalên wê re me hevdîtinek kiriye.''
Yalçindag diyar kir, ji ber fikara wan a têkilî rewşa tendiristiyê ya Guven serî li Odeya Tabîban a Amedê (DTO) dane, DTO'ê gotiye ew ê pêvajoyê bişopînin. Yalçindag diyar kir DTO'yê daxwaza hevdîtinê ji Dozgeriya Amedê kiriye, ew li bendê ne ku Duşemê bersiv bidin vê daxwazê.
Yalçindag got divê ne tenê doktorên girtîgehê her wiha komeke doktoran a serbixwe jî divê rewşa tendiristiya Guven bişopîne û got, ji bo ku bi asta Serokwezîrtiyê helkeftan bikin serî li Yekîtiya Tabîbên TiKR (TTB) dane.
'REWŞA TENDIRISTIYA WÊ GIRAN E'
Yalçindag têkilî rewşa Guven got, pir bê xew dimîne, serêşandin, sergêjînek, bêhalî pê re çêbûye bi zorê dikare rabe ser xwe, her wiha bi zorê diaxive û zikê wê jî tê guvaştin.
Yalçindag got: ''Em behsa jineke 55 salî dikin, behsa dayik, siyasetmedarekê dikin. Ji ber vê jî em dibêjin ne bi temenekî û rewşeke baş a tendiristiyê ye ku bikaribe piştî 45 rojan ragire.''
'HETA KU DAXWAZA WÊ PÊK NEYÊ WÊ BERDEWAM BIKE'
Yalçindag têkilî daxwazên Guven ên ji bo greva birçîbûnê got: ''Divê em careke dî bi bîr bixin. Ne daxwazên wiha ne ku dijî yasayê ne. Peywira me parêzeran e ku em bi bîr bixin ku dewlet li gorî hiqûqê, yasayên xwe, rêziknameyên xwe û peymanên navnetewî yên ku îmzeya wan li ser heye, tevbigerin. Daxwaza Guven ew e ku dewlet li gorî yasayên xwe tevbigere.''
Yalçindag her wiha diyar kir ku hişê Guven li serê wê ye û domand: ''Dema ku me ew dîtî, got bi vîna xwe biryara greva birçîbûnê daye û got, heta ku li Imraliyê bi vasî, malbat an jî parêzerên xwe nebîne wê greva birçîbûnê bidomîne.''