Çalakiya “Rûniştina F” ku ji bo balê kişinin ser rewşa girtiyên nexweş her hefte tê lidarxistin, di hefteya 531’emîn de li pêş Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê hate lidarxistin. Li Enqereyê jî Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî bi boneya balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 403’an de li ÎHD’ê çalakiya xwe berdewam kirin.
STENBOL
Çalakiya “Rûniştina F” ku ji bo balê kişinin ser rewşa girtiyên nexweş her hefte tê lidarxistin, di hefteya 531’emîn de li pêş Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê hate kirin. Di daxuyaniya vê hefteyê de bal kişandin ser girtiyê nexweş ê giran Zerdeşt Odûncû ku li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê tê ragirtin. Di çalakiyê de pankarta “Bila girtiyê nexweş Zerdeşt Odûncû were berdan” hate hilgirtin û dirûşmeyên “Mirov bi mafên xwe mirov e” , “Tecrîd dikuje piştevanî dide jiyîn” , “Tedawî maf e nayê astengkirin” û “Rûmeta mirovahiyê wê îşkenceyê têk bibe” hatin berzkirin.
NEXWEŞİYA WÎ GIRAN DIBE
Endamê ÎHD’ê Taylan Bekîn ê di daxuyaniye de axivî, diyar kir ku ji ber şewatê birînên kûr di laşê Odûncû de vêbûne û ji ber baş nabin di kezeba wî de pirsgirêkên cidî derketine holê. Bekîn da zanîn ku Odûncûyê hewcehiya wî bi lênêrînê heye tena serê xwe tê ragirtin.
PIŞTÎ 3 SALAN KARÎ KURÊ XWE BIBÎNE
Bekîn bi lêv kir ku Odûncû tevî pirsgirêkên tenduristiyê yên dijî jî beriya demekî kurt sewqî Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê hatiye kirin û li vir di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Bekîn anî ziman ku dayika Odûncû ji ber bê derfetiyên madî encax piştî 3 salan karî di 5’ê Gulanê de li Antalyayê kurê xwe bibîne û gotinên dayika Odûncû wiha ragihandin: “Dema min kurê xwe dît ez matmayî mam, ji ber kurê min reş û şîn bibû. Cihê hewadariya hucreya ku kirine tê de bi têlan girtî ye. Li cihekî weke kafesê de dijî. Nexweşiya kurê min her ku diçe pêş dikeve. Ji xwe birîndar e. Birînên wî ji ber ritubetê dîsa av komkirine. Kurê min gelek zeîf bûye û reş bûye. Ji min re got di kafesê de tê girtin û pêkanînên wan keyfî ne. Xwarinên wan jî bi awayekî keyfî tên belavkirin. Got her roj dihele. Zerdeşt di şertên girtîgehê de nayê dermankirin. Ev jî gefeke li mafê wî yê jiyan û tenduristiyê.”
ENQERE
Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî bi boneya balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 403’an de li pêş Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê çalakiya xwe berdewam kirin. Rêveberên ÎHD’ê di çalakiyê de pankarta “Dermankirin maf e, nayê astengkirin, bila girtiyên nexweş serbest bên berdan” vekir. Rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê Îhsan Seylan, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê li girtîgeha Tîpa D a Amedê girtî ye û xwest Ozkan serbest bê berdan.
‘NIKARE BI HÊSANÎ BÊHNÊ BIGRE Û BISTÎNE‘
Îhsan Seylan anî ziman ku Ozkan bê delîl hat girtin û cezakirin û wiha got: “Ozkan 83 salî ye. 26 sal in girtî ye. Di sala 1996’an de li Mêrsînê bê sedem û delîl binçav kirin û girtin. 12 rojan îşkence lê hat kirin. Ji ber pir zêde îşkence li wî kirin gelek nexweşî pêre çêbûn. Di sala 1999’an de bê delîl û belge ceza kirin. Ozkan, girtiyê nexweş e û rewşa wî giran e. Heta niha 5 caran qeyrana dil derbas kir. 4 caran anjiyo bû. 10 sal in di dilê wî de stend heye. Bi nexweşiya KOAH’e ye. Nikare bi hêsanî bêhnê bigire û bistîne. Dîsa tansiyona zêde pêre heye. Bi hêsanî nabîne û nabihîze. Nexweşê Alzheimerê ye. Nikare xwe bi ava germ bişo. Di sala 2015’an de ji sedî 87 rapora girtiyê nexweş dan Ozkan, lê nayê berdan.
Saziya Tipa Edlî (ATK) rapora “dikare li girtîgehê bimîne”da Ozkan Di kanûna 2021’an de şandin Saziya Tipa Edlî.Dema ji Stenbolê birin Amedê dîsa bi nexweşiya koronayê ket. Demekê li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargilê derman bû. Nexweşiyên kronîk ên giran pêre hene. Ji ber van nexweşiyan hefteyê 3 caran radikin nexweşxaneyê.
Li gel van nexweşiyan Ozkan hê jî bi israr tê girtin. Divê Ozkan bi lez serbest bê berdan.