Rewşa girtiyên nexweş Çakir û Kûday giran e

Di çalakiyên li Stenbol û Enqereyê de hat diyarkirin ku rewşa girtiyên nexweş Semîran Erbaga Çakir û Abdûlkadîr Kûday giran e.

Li Stenbol û Enqereyê bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş, Semîran Erbaga Çakir û Abdûlkadîr Kûday.

STENBOL

Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê ji bo balê bikêşîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 554’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist. Çalakî li ber avahiya ÎHD’a Stenbolê pêk hat. Parêzvanên mafê mirovan bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş Semîran Erbaga Çakir a li Girtîgeha Tarsûsê ya Jinan a Tîpa T’yê de tê ragirtin. Di çalakiyê de pankarta “Tedawiya girtiyên nexweş nayê astengkirin” û “Bila girtiya nexweş Semîran Erbaga Çakir bê berdan” hatin vekirin û dirûşme hatin berzkirin. Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû jî piştgirî da çalakiyê.

Rêvebera ÎHD’a Stenbolê Zeynep Yildiz daxuyanî xwend û da zanîn ku binpêkirinên mafan li pêşiya tedawiya girtiyên nexweş dibe asteng û nexweşiyên wek tansiyona zêde, anemi, îltîhaba mîde û roviyan, îltîhaba monikan, helandina hestî û fitiqa pişte li Çakir peyda bûne. Yildiz got Çakir bi nexweşiyên cidî re rûbirû maye û Semîran Çakir serî li wan daye û xwestiye piştgirî bo wê bê dayîn. Yildiz diyar kir ku piştî Çakir ketiye hefsê tedawiya wê hatiye astengkirin û her ku diçe nexweşiyên wê lê pîr dibin. Yildiz da zanîn ku ji dozgeriyê hatiye xwestin cezayê wê bê taloqkirin û daxwaz hatiye redkirin û her ku diçe rewşa wê girantir dibe. Yildiz bertek nîşanî redkirina daxwaza taloqkirina ceza da û gotinên Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag ji bo girtiyên nexweş bi bîr xist û xwest Çakir tavilê bê berdan.

ENQERE

Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 426’an a çalakiya xwe de li ber avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê hatin bahev. Di çalakiya ku pankarta “Tedawî maf e nikare bê astengkirin û bila girtiyên nexweş bên berdan” hate vekirin de Hevseroka Şaxa ÎHD’a Enqereyê Sevîl Tûrgût, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Abdûlkadîr Kûday ê li Girtîgeha Rehabîlîtasyonê ya Metrîsa Stenbolê tê ragirtin.

Tûrgût, da zanîn ku Kûday 8 sal in di girtîgehê de ye û wiha got: “Kûday 6 sal in li Girtîgeha Tekîrdagê dimîne. Beriya 4 salan pirsgirêkên wî yên tenduristiyê destpê kirine lê di vê pêvajoyê de qet nehatiye dermankirin. Berdin sewqî nexweşxaneyê bê kirin ne derxistine rewîrê jî. Malbatê ji bo tedawiya bê kirin rêveberiya girtîgehê û Wezaret di nav de serî li gelek saziyan daye. Di encama tetkîkên hatin kirin de teşhîsa fitika piştê hatiye danîn û di hezîrana 2021’an de bi teşhîsa fitika piştê emeliyat bûye. Lê ji ber teşhîs xelet hatiye danîn piştî emeliyatê rewşa wî baş nebûye û giliyên wî zêdetir bûne.”

Tûrgut, da zanîn ku lingê Kûday ê rastê felç maye û wiha axivî: “Di encama tetkîkên piştî 3 mehan hatin kirin de teşhîsa nexweşiya ALS hatiye danîn û tedawiya vê nexweşiyê tune ye. Lê belê bi bikaranîna dermanên ku wê pêşketina nexweşiyê hêdî bike, pêwîst e nexweş bi qasî ku derfet hebe rehet bike û jiyana xwe ya asayî di nava şert û mercên tendurist de bidomîne.”

Tûrgût, diyar kir ku ji ber nikare tedawî bibe di 12’ê Çileyê de anîne Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê û wiha domand: “Li vê derê bi tena serê xwe tê girtin û nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne û cihê wî ji bo mercên paqijiyê ne guncaw e. Malbat; diyar kir ku di hevdîtinê de dîtine ku rewşa wî xirabtir bûye, tevî du gopalan jî êdî nikare xwe li ser piyan bigire, nexweşiya wî bûye sedema pirsgirêkên dîtinê, felca aliyê wî yê rastê bandor li ser rehikên rûyê wî kiriye û ji ber kewandina masûlkeyan ew nikare rûyê xwe hîs bike û ew ketiye erdê. Li gorî agahiyên dawî girtine, girtiyê nexweş kursiya biteker xwestiye, lê ev daxwaz nehatiye qebûlkirin. Çend roj berê jî dema bi gopal dimeşe ketiye.”

Tûrgût, da zanîn ku bi daxwaza taloqkirina înfazê serlêdan hatine kirin lê tu encam nehatine girtin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ne pêkan e ku Abdulkadîr Kûday di girtîgehê de bimîne û di rewşa xwe ya heyî de jiyana xwe bidomîne. Şert û mercên fîzîkî yên li girtîgehan, derfetên kêm ên tedawiyê û astengiyên li pêşiya xwegihandina tenduristiyê, wê rewşa wî girantir bike. Pêwîste serlêdanên ji bo berdana wî di zûtirîn dem de bên qebûlkirin û bi wergirtina raporên wî re înfaza wî were taloqkirin.”