Rêveberê AKP’î dema tiryak difirot hate destgîrkirin

Alîkarê Serokê AKP’a Payîzavaya Wanê dema tiryak difirot, hate destgîrkirin.

Li Edeneyê di operasyona narkotîkê de Serokê berê yê AKP’a Payîzavaya Wanê û Alîkarê Serokê navçeyê ya niha Ahmet Kûlaz, ji aliyê polîsan ve hate destgîrkirin.

Operasyon di hefteya borî de pêk hat, mîktara tîryakê ya ku hatiye desteserkirin ji aliyê AKP’yiyan ve tê veşartin.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, wesayita ku tiryak tê de hatiye girtin ya saziya çêkirin rêyan a Wanê ye. Kûlaz ê AKP’yî dema bi wesayita saziyeke fermî tiryak difirot, hate destgîrkirin.

Hate hînbûn ji ber cezayên xwe ên berê jî sabiqeya Kûlaz heye.

Wêneyên Kûlaz ku bi Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re kişandiye balê dikişîne.

Erdogan di ser serdanên xwe ên Wanê de bi Kûlaz re hevdîtin pêk dianî. Kûlaz wêneyên ku bi Erdogan re kişandiye gelek caran li ser hesabên xwe yên medya dijîtal belav kiriye.