Reuters: Di êrîşa hewayî ya Tirkan de 2 sivîl hatin kuştin

Reuters: Di êrîşa hewayî ya Tirkan de 2 sivîl hatin kuştin

Balefirên şer yên artêşa Tirk 7’ê Mijdarê di êrîşa hewayî ya li Qendîlê de 2 sivîl qetilkiribûn û 3 jî birîndar kiribûn, her wiha çapemeniya Tirk ev yek veşart, lê ajansa nûçeyan ya Reuters’ê êrîşa ku balefirên Tirk sivîl hedef girtin ji xwendevanên xwe re ragihand.

Balefirên şer yên artêşa Tirk 7’ê Mijdarê herêmên Qendîl yên sivîl bombebaran kirin, 2 sivîl qetilkirin û 3 jî birîndar kiribûn. Serokatiya Serfermandariya Giştî îdîakir ku, ‘Wargehên PKK’ê hedef girtine’, hewildan ku bûyerê veşêrin, her wiha çapemeniya Tirk jî qetilkirina sivîlan ji nedîtî ve hat.

Ajansa Nûçeyan ya Reutersê jî êrîş bi nûçeyekê ji xwendevanên xwe re ragihand. Di nûçeyê de cih da daxuyaniya Berdevkê Wezîrê Pêşmergeyan yê Hikumeta Başûrê Kurdistanê Cebar Yawer.

Yawer got; “Di êrîşa hewayî ya artêşa Tirk de li gundekê girêdayî Ranyayê 2 sivîl mirin, 3 jî birîndar bûn.”

ANF’ê di nûçeya duh di demjimêrên sibehê dabû de ragihandibû ku, şeva sêşem bi çarşemê ve girêdide, balefirên artêşa Tirk gundên Meredo, Qeletûkan, Zengelê û Enzê bombebaran kirine. Di bombebaranê de du Kurdên ji Rojhilatê Kurdistanê Mam Elî û Şapûr Lokman jiyana xwe ji dest dane, her wiha Ebûbekir Çekovî yê ji Rojhilatê Kurdistanê û Rêbazê paşnavê wî nehate zanîn yê Başûrê Kurdistanê jî birîndar bibûn.

Weke din Reutersê cih da nûçeya ‘5-6’ê Mijdarê operasyona bejahî ya dersînorî pêkhat’ ya televîzyona Tirk NTV’yê. Nûçeya ku ji aliyê çavkaniyên leşkerî ve jî nehate piştrastkirin, ji aliyê Berdevkê Wezîrê Pêşmergeyan Yawer ve jî hate derewandin. Çavkaniyên HPG’ê ku ANF’ê xwe gihandê jî ku tîmên taybet sînor derbaz kirine duh derewandibû.

Di berdewama nûçeya Reutersê de hate gotin ku, teskereya ku fermana dersînor dide artêşa Tirk, meha borî ji aliyê parlementoya Tirk ve hatibû dirêj kirin, her wiha Bexdayê jî bertekek hişk nîşanî vê teskereyê dabû.