Rapora otopsî ya pêşîn a Halîl Guneş nedane parêzeran
Rapora otopsiyê ya girtiyê nexweş Halîl Guneş ku jiyana xwe ji dest da nedane parêzeran.
Rapora otopsiyê ya girtiyê nexweş Halîl Guneş ku jiyana xwe ji dest da nedane parêzeran.
Halîl Guneş ku navê wî di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) hebû û tevî hemû bangan nehate berdan, di saetên vê siharê li hucreya takekesî ya Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Hejmar 2 ya Amedê jiyana xwe ji dest da.
Piştî ku cenazeyê Guneş rakirin Saziya Tiba Edlî (ATK) ya li Amedê û piştî bendewariyeke demdirêj cenaze hat wergirtin û ji bo ku bê veşartin birin Edenê.
Ji aliyê din ve hat hînbûn ku rapora destpêkê ya otopsiyê ya Guneş bi hinceta "tê amadekirin" radestî parêzerên ku li ber ATK'ê disekinin nehatiye kirin.
Li gorî agahiyên vegotina ji rêveberên MED TUHAD-FED'ê parêzer Yûsûf Çakas, Guneş di serjimêriya danê sibehê saet di 08:34'an de hatiye zanîn ku jiyana xwe ji dest daye û piştre ji nexweşxane û dozger re agahî dane.
GUNEŞ PIŞTÎ SAET 3’AN CAREKE DIN RANEBÛYE
Çakas bal kişande ser hevdîtina bi berpirsên girtîgehê û got: “Di hevdîtina ku li girtîgehê hat kirin de hat gotin ku odeya Guneş heta saet 03.00’an bi kamerayê hatiye şopandin û Guneş heta vê saetê di nav nivînan de bi milê çep û rast ve xwe lepitandiye. Dema ku dihate fikirîn ku ji ber ku Guneş diherike tiştek bi Guneş nehatiye, piştre dema ku liv û tevgera Guneş di 03.00’an de rawestiya personelên têkildar texmîn kirin ku Guneş di xew de ye.”
Çakas got ku di vê xalê de nêzîkatiya rêveberiya girtîgehê heye, bertek nîşanî vê yekê da û wiha pêde çû: “Li dijî herikîna asayî ya jiyanê ye ku girtiyê nexweş ê 5 roj in bi tena serê xwe maye û heta saet 03.00’an di nav nivînên xwe de tevgeriyaye. Ger nexweşek bi vî awayî derengiya şevê hereket dike, ev tê wê wateyê ku êşek an pirsgirêkek wî heye. Ev rewşa herî bingehîn e ku em qebûl nakin.”