Rapora ÎHD'ê: Divê demildest tecrîd bê rakirin
Di rapora ku ji aliyê ÎHD'ê ve hat amadekirin de hate diyarkirin ku divê demildest şertên tecrîda girankirî bên rakirin.
Di rapora ku ji aliyê ÎHD'ê ve hat amadekirin de hate diyarkirin ku divê demildest şertên tecrîda girankirî bên rakirin.
Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) rapora xwe ya li ser "guhertina qanûna înfazê ya der barê girtiyên nexweş de" bi civîneke çapemeniyê li Navenda Giştî ya ÎHD'ê li dar xist. Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan û Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD'ê Nûray Çevîrmen beşdarî civînê bûn.
PIRSGIRÊKÊN GIRTIYÊN NEXWEŞ
Turkdogan pirsgirêkên girtiyên nexweş wiha rêz kir:
"Ji ber li odeyên girtîgehan cixare tên vexwarin, ev yek bandorek neyînî li tenduristiya girtiyên nexweş dike. Daxwaza girtiyan a ji bo guhertina odeyê jî nayê qebûlkirin. Ji ber girtî di hewrek nepaqij de tên ragirtin, tavê nabînin û hewaya paqij nagirin, dibe sedema nexweşiyên laşî û destpêkirina nexweşiyên derûnî û jiyana wan dikeve xeterê. Pirsgirêkên girtîgehan yên mîna girtî dereng dibin nexweşxaneyê, an jî qet nabin. Girtî di pêvajoya veguhastina nexweşxaneyan bo polîklînîkan û ji polîklînîkan bo xizmetên tenduristiyê yên sêyemîn de bi mehan di rêzê de tên ragirtin. Di girtîgehan de şert û mercên xizmeta tenduristiyê ya bi kalîte û kapasîteya ku bi tîrêjê ve girêdayî ye tune ye. Ev şert û merc ji bo kapasîteyên asayî yên girtîgehan jî têr nakin, lê di rewşa heyî de ku girtîgeh ji kapasîteyên xwe pir zêdetir in, dibin sedema binpêkirinên mafan zêdetir bibin.”
Turkdogan biryarên Neteweyên Yekbûyî, DMME û hiqûqa AHÎM’ê bi bîr xist û got, "Divê şert û mercên tecrîdê yên ku her diçe girantir dibin bên rakirin û li girtîgehan standardên jiyanê yên li gorî rûmeta mirovan bên danîn."