Radestkirina Metîn Aydin hat şermezarkirin

Radestkirina Metîn Aydin hat şermezarkirin

Siyasetmedarê Kurd Metîn Aydin 54 roj in di greva birçîbûnê de ye, lê Swîsreyê ew radestê Almanyayê kir. Radestkirina Aydin ji aliyê çepgirên Swîsreyê, komên otonom û Înîsiyatîfa ji Metîn Aydin re Azadî ve hate şermazarkirin.

Roja pênçşemê saet di 20.30 de li Helvetia Platzê kom bûn û li hin cihan bi polîsan re pev çûn. Koma nêzî 150 kes bûn bi almanî dirûşima “Ji Metîn Aydin re Azadî” qêriyan. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku dewleta Swîsreyê yasayên huqûqa navneteweyî û tenduristiya siyasetmedarê Kurd Metîn Aydin ê ku 54 roj in di greva birçîbûnê de ye, tune hesibandiye û radestê Almanyayêk kiriye. Piştî ku komê xwest bimeşe heta Lang stransseyê, li rastî destwerdana polîsan hat. Polîsan di çalakiyê de bombeyên çavsoj û guleyên plastîk bi kar anîn û xwepêşandêrek bi sivik birîndar bû.