Qurbaniyên Komkujiya Gar a Enqereyê hatin bîranîn

Mirovên ku li Enqereyê di 10'ê Cotmeha 2015'an de li mîtînga aştiyê bi êrişeke bombeyî jiyana xwe ji dest dan, careke din hatin bîranîn.

Di meha 74'an a komkujiyê de ku zêdeyî 100 kesî jiyana xwe ji dest dabûn, çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin.

Xizmên kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, birîndarên komkujiyê û rayedarên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) tevlî bîranînê bûn.

Saet di 10:04'an de ku hingî komkujî hate kirin, deqeyek rêz hate girtin.

Seroka Komeleya Aştiyê ya 10 Ekîm Mehtap Sakîncî Coşgûn got, wê 10'ê her mehê li ber Gar a Enqereyê bicivin.

Çalakiya bîranînê bi qîrîna dirûşma "10'ê Cotmehê ji bîr neke, nede jibîrkirin" bi dawî bû.