Qedexeya 8 salan a dîtina parêzer

Qedexeya 8 salan a dîtina parêzer

Mehmet Aytûnç Altay ê li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê tê ragirtin, bi gotina "parêzer nûçeyên rêxitinî dibe û tîne" ev 8 sal in nikare parêzerê xwe bibîne. Sedema vê qedexeyê jî, qanûna sala 2005'an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû derxistin e.

Mehmet Aytûnç Altay ê li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê tê ragirtin, ev 8 sal in nikare parêzera Gulîzar Tûncer bibîne. Îddîa jî: Parêzer bi kovar û pirtûkên tîne re, nûçeyên rêxistinî dibe û tîne. Îtiraza dawî ya li biryarê jî bi gotina "rîsk dewam dike" hat redkirin. Li ti devera Qanûna Bicihanîna Ceza de, sererastkirinek bi gotina "Parêzer nikare pirtûk, kovaran bibe ji muwekîlê xwe re" tineye. Hukûmeta ku Pakêtên Dadgeriyê derdixîne, di maddeya 5. a Qanûna li ser Tedbîrên Ewlekariyê û Ceza de, ku mafê paratinê ji holê radike, bi salane ti guhertin nekiriye. Ji ber ku ev qanûn li dijî hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re hatibû derxistin.

KOVAREK Û DU PIRTÛK

Ji ber vê qanûnê, hikumxwarê muebbetê Mehmet Altûnç Altay ê li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê tê ragirtin, nikare bi parêzera Gulîzar Tûncer re hevdîtinê bike.

Weke sedema qedexeyî hat gotin, ku Gulîzar Tûncer kovarek û du pirtûk aniye ji muwekîlê re. Pirtûkên der heqê wan de biryara komkirinê hebin, ji xwe destûr jê re nayê dayîn bikevin hundurê girtîgehan. Pirtûkên ji Altay re hatiye anîn, ne qedexe ne jî der heq de biryareke komkirinê heye.

Rêveberiya girtîgehê bi hinceta pirtûk û kovar bûne sedem  ku "parêzer nûçeyên rêxistinî bibe û bîne" li gorî maddeya 5. a qanûnê biryar da, nivîsên navbera Altay û parêzer Tûncer de ji aliyê dadgeriyê ve werin kontrolkirin.

Tûncer, ji bo rakirina vê biryara tê wateya binpêkirina mafê parastinê, ji sala 2005'an û vir ve ev 8 sal in têkoşîna huqûqî dimeşîne. Lê belê îtiraza li vê biryar û qedexeyê, li Dadgeriyê nehat qebûlkirin. Dadgeriyê ev biryar şand ber destê Dadgeha Cezayê Giran a Edîrneyê. Lê belê ji vê derê jî biryareke erênî derneket. Herî dawî bi îddîaya "rîska danûstandina rêxistinî" dewam dike, îtiraz hat redkirin.

DMME HÎNÊ BIRYAR NEDAYE

Parêzer Tûncer, biryara qedexekirinê bir ber destê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). Lê belê DMME'yê jî heta niha biryar nedaye. Tûncer bibîr xist ku ev qedexe di encama guhertina qanûnî ya sala 2005'an li dijî Ocalan hatibû kirin, rû daye û got, "Diyare ku sedema biryarnedayîna DMME'yê jî ev e. Ji ber ku biryara DMME ya der heqê muwekîlê min de bide, wê şert û mercên hevdîtinê yên Ocalan bi parêzerên xwe re jî, bixe rojevê û bandorê li wê jî bike."

'SILAVDAYÎN JÎ QEDEXE YE'

Parêzer Tûncer diyar kir ku, silavdayîna wê li muwekîlê xwe jî tê astengkirin û got, "Gava ez ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe yên din re diçim girtîgehê, dema Mehmet Aytûnç Altay li korîdorê dibînim û jê re dibêjim "merheba" hema yekser ji aliyê gardiyanan ve têm astengkirin."

Rêvebera Şaxê Stenbolê ya ÎHD'ê parêzer Gulîzar Tûncer herî dawî got, "Ez nikarim pê re hevdîtinê bikim. Lê belê parêzerên min wekalet dane wan dikarin bi muwekîlê min re hevdîtinê bikin. Pêdiviyên huqûqî, encax em dikarin bi vî rengî tedarik bikin."