PYD: Em dê heta dawiyê destkeftiyên xwe biparêzin

PYD: Em dê heta dawiyê destkeftiyên xwe biparêzin

Hevseroka Giştî ya PYD’ê Asya Ebdullah ji bo hin serdan û hevdîtinan hat paytexta Almanya Berlînê û bang li hemû Kurdan kir ku ji bo parastina Kurdên Rojavayê Kurdistanê alîkarî bidin. Ebdullah di panelê de got; “Em destûr nadin ku tu hêzên derve bikevin Rojavayê Kurdistanê. Em heta dawiyê destkeftiyên xwe biparêzin.”

Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah ji bo hevdîtinê bi partiyên siyasî yên Almanya û saziyên Kurdan re hevdîtin pêk bîne, li paytext Berlînê ye. Duh êvarê tevlî panelek a li ser pêşketinên li Rojavayê Kurdistanê bû. Tevî Kurdan, Alman jî beşdarî panelê bûn. Asya Abdullah peyamên girîng da.

Hevserok Asya Ebdullah destnîşan kir ku li Rojavayê Kurdistanê bi taybet di warê tenduristî û dermanan de pirsgirêkên cidî hene û diyar kir ku piştî bûyerên li Helebê, alîkariya ji bo Efrînê hatiye qutkirin û ji ber vê jî pêwîstiya gelê wir bi alîkariyeke lezgîn heye. Ebdullah destnîşan kir ku li wir provakasyonên ji bo pevçûnên wek yên li Helebê tên kirin û got:

"GELEK CARAN PROVAKASYON KIRIN "

"Ger ne ji hewldanên me bûya, dê bi handana hêzên derve û desteka wan Heleb û gelek cihên dibûna qada şer. Lê em heta dawiyê bi aqlê selîm tevgeriyan. Divê em ji bîr nekirin ku yek ji biryarên peymana Hewlêrê ew e ku divê tu hêzên derve nekevin Rojavayê Kurdistanê û muxatabên hêzên derve Desteya Bilind a Kurdan e. Em ê heta dawiyê ji bo vê madeyê têbikoşin.

Cara yekemîn gelê me yê Rojavayê Kurdistanê hêz û vîna xwebirêvebirinê bi dest xist. Ji Ayê heta Zyê hemû pêdiviyên xwe bi xwe pêk bîne. Ji ber vê jî em ê destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê heta dawiyê biparêzin. Em destûr nadin tu hêzan ku van destkeftiyan ji gelê me bistînin. Ji ber ku em jî bir nekin ku dê statuya Rojavayê Kurdistanê ne tenê ji bo parçeyên din ên Kurdistanê, dê di heman demê de ji bo Rojhilata Navîn jî bibe şoreşek rasteqîn."

Hevseroka BDP’ê Asya Ebdullah da zanîn ku di meha hezîranê de belgeya ku ji aliyê Wezareta Derve ya Tirk ji kosolosa Tirk a li Hewlêrê re hate şandin aşkere bû ku di belgeyê de dihat xwestin ku konsepta li hemberî PYD’ê têxin dewrê û got: “Di wê belgeyê de dihate gotin ku divê Artêşa Azad têkeve Rojavayê Kurdistanê û divê ciwanên Kurd tevlî vê artêşê bibin. Îro vê konspetê hêdî hêdî bixin meriyetê. "

Ebdullah bang li dewletên herêmê û rojava (ya cîhanê) kir ku li hemberî vîna Rojavayê Kurdistnaê rêzdar bikin û ev bang li Kurdan kir: "Divê di rojeva Kurdên li her deverên cîhanê dijîn de, parastina li hemberî hemû êrîş û mudaxeleyên li ser Rojavayê Kurdistanê hebe û divê alîkarî bidin Kurdên li vê parçeyê dijîn. Divê rojeva girîng a hemû Kurdan be. Gelê Rojavayê Kurdistanê bi tenê nehêlin. "