Komeleya Psîkologên ji bo Piştevaniya Civakê (TODAP) der barê greva birçîbûnê de daxuyaniyek dan û diyar kirin ku birînên ku şer ji ber şer vebûne ew jî nikarin bi kewînin û gotin ew ne mirinê çarseriyê dixwazin.
Li Îzmîrê di daxuyaniya ku hat dayîn de li ser navê TODAP’ê Psîkolog Burcu Ovacik axivî û diyar kir ku girtiyên ketine greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger ya ku ji 12’ê îlonê ve dest pê kiriye êdî bi pirsgirêkên tenduristiyên yên cidî re rû bi rû ne û wiha got: “Dewlet jî li djî çalakgerên ku li ber xwe didin gaza îsotê bi kar tîne û berxwedana zindanan ji nedîtîve tê.”
Ovacik wiha got: “Em weke xebatkarên tendusristiya ruh, dizanin ku em nekin birînên di encama şer de pêk tên bikewînin. Em ji bo ku birîn çênebin têdikoşin. Em xesara ku dewet dide civakê red dikin. Em kesên kesên ku der barê mirovan de agahiyan hilberînin ji bo ku birîn zêde kur nebin hewl didin. Em giringiyê didin jiyana mirovan. Em ji hemû lîstikan dur dixwazin demildest çareserî pêk were.
Piştî daxuyaniyê psîkologên endamên TODAP’ê banga piştgiriyê kirin.