Polîsê kujerê sendîkavan Yeter, hat zevtkirin

Polîsê kujerê sendîkavan Yeter, hat zevtkirin

Alîkarê komîser Ahmet Okûdûcû yê kujerê sendîkavan Suleyman Yeter e û ev 13 sal in lê tê gerîn, derket holê li Samsûnê hatiye zevtkirin. Parêzerên Malbata Yeter bal kişandin ser şêweya zevtkirina Okûdûcû û diyar kirin ku mîna emniyetê bi xwe veşartiye, yekser ew zevt kirine.

Li gorî nûçeya rojnameya Radîkalê, Alîkarê komîser Ahmet Okûdûcû yê kujerê sendîkavan Suleyman Yeter, ku bi Bultena Sor li her devera cîhanê lê dihat gerîn û herî dawî li London û Kirgizîstanê hat dîtin, derket holê roja 12'ê Hezîranê li Samsûnê hatiye zevtkirin.

Li gorî rapora Emniyeta Samsûnê, Okûdûcû roja 12'ê Hezîranê saet di 16.00'an de li maleke li navnîşana "Atakum Mimar Sinan Mahallesi 139. Sokak No: 12" hatiye zevtkirin. Di raporê de tê gotin, "Li gorî ûsilê li derî hatiye xistin. Ji kesê ku derî vekir, nasname hat xwestin. Kesê mijara gotinê anî ziman ku nasnameya wî tineye û li xwe mikur hat ku ew Ahmet Okûdûcû ye. Li ser vê yekê hatiye girtin." Di raporê de der heqê îstîxbarata ku nîşan dide Okûdûcû li wê malê ye, ti agahî nehat dayîn.

Okûdûcû heman rojê derxistin pêşberî 6. Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Samsûnê û di lêpirsîna xwe de got, "Ez Suleyman Yeter nas dikim. Lêpirsîna wî, me kir. Bi qasî agahiya min heye, ew bi ecela xwe mir."

Okûdûncû yê li Girtîgeha Paşakapisi hat bicihkirin, roja 24'ê Hezîranê derxistin pêşberî 6. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê, ku dosya wî li wir e. Okûdûncû di îfadeya xwe ya li vê derê de diyar kir ku gava wî Yeter girt li ser laşê wî şopa lêdanê tinebû û got, "Nêzî 2.5-3 saetan min lêpirsîna wî kir. Û piştre ji nişka ve bêhna wî çikiya. Ji ser kursiya lê rûniştibû ket xwarê. Serê wî li maseya pêşiya wî ket û ji hişê xwe çû. Dema min dît ew hilmê nastîne, min masaja dil kir. Bi lezgînî ew rakir nexweşxaneyê. Dema min ew dibir nexweşxaneyê, hilm nedistend. Min êşkence lê nekir."

Dadgehê anî bîra Okûdûcû ku wê demê Saziya Tipa Edlî rapora êşkence dîtiye daye Yeter û li ser vê yekê Okûdûncû Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci bi endametiya heman rêxistina Yeter sûcdar kir. Okûdûcû der heqê 13 salên wenda bûbû de jî îdîa kir ku ew derneketiye derveyî welêt.

Parêzerên Malbata Yeter bal kişandin ser şêweya zevtkirina Okûdûcû û diyar kirin ku mîna emniyetê bi xwe veşartiye, yekser ew zevt kirine.

Suleyman Yeter, li tersxaneya Tûzlayê pisporê perwerdeyê yê Lîmter-Îş a rêxistinbûyî bû. Di operasyona li dijî MLKP de di 4'ê Nîsana sala 1999'an de hat binçavkirin. Di lêpirsîna li TEM a Stenbolê de roja 7'ê Nîsanê hat kuştin. 6. Dadgeha Ceza ya Giran a Stenbolê, roja 29'ê Mijdara asla 1999'an de der heqê Okûdûcû û polîs Mehmet Yûtar û Erol Erşan  de biryara girtinê da. Okûdûcû reviya û ji du polîsên teslîm bû Yûtar jî çar sal cezayê girtîgehê hat dayîn.