Polîsan li Stenbolê êrîşê meşa BDP’ê kir

Polîsan li Stenbolê êrîşê meşa BDP’ê kir

Polîsên Tirk bi awayeke bi tund êrîşî Rêxistina BDP'ê ya Stenbol a ku dixwest li Aksarayê daxuyaniyê bide çapemeniyê kir. Polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî girseyê kir û ji ber bombeyên gazê Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk nerehet bû.

Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê ji bo balê bikşîne ser çalakiya greva birçîbûnê ya 54 roj in li girtîhan berdewam dike xwest ku li Aksarayê li qada Metroyê daxyaniyê bide çapemeniyê. Lê polîsan bi awayekî tund êrîş li girseyê kir.

Tevî Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk, Parlementera BDP'ê Sebahat Tuncel û Seroka Giştî ya ESP'ê Fîgen Yuksekdag jî bi sedan welatî berê rastî êrîşa polîsan a gaza îsotê hatin. Divê wê demê de Tûglûk ji ber gazê nerehet bû. BDP'iyê hewildidan ku Tûglûk bi ser xwe bîbin vê carê jî rastî êrîşa polîsan a bombeyên gazê û ava şid hatin. Tûglûk û welatî ji ber avê û gazê bandor bûn. Hinek welatiyan bi keviran bersiva polîsan da.

Bûyerên bi êrîşa polîsan dest pêkirin berdewam dikin.