Polîsan li Edeneyê êrîşê Konê Berxwedanê kir

Polîsan li Edeneyê êrîşê Konê Berxwedanê kir

Li Edeneyê çalakiyên ku ji bo piştgiriya girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê pêk hatin heta derengê şevê berdewam kirin. Her ku polîsan êrîş kir, girseya ku derket kolanan jî bi keviran bersîv da polîsan. Polîsan herî dawî saet di 01.00'e şevê de cara duwemin êrîşê Konê Berxwedanê kir û kon hilweşand. Polisan beriya mudaxaleyê Endamê Meclîsa BDP'ê Diyadin Ulus, Serokê BDP'a Edeneyê Ugur Bayrak û Seroke BDP'a Seyrantepeyê Murat Turgay binçav kirin.

Çalakiyên şermezarkirina tecrîda liser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiyên greva biçîbûnê yên girtiyên PKK'ê û PAJK'ê wekî gelek bajaran li Edeneyê jî heta dengê şevê berdewam kir. Koma ku duh li Seyhanê rê li trafîkê girt rastî mudaxaleya polîsan hat. Li taxên Daglioglu, Gulbahçesi, Karasu, Dumlupınar, Gulpınar, Yenibey, Hurriyet, Barbaros, 19 Mayis, Anadolu, Dedekorkut, Yunus Emre, Denîzlî, Şakirpaşa, Ova, Uçak û Onurê yên navçeyên Yuregîr û Seyrantepeyê girseyên ku li hev kom bûn û çalakî pêk anin heta derengê şevê bi polîsan re şer kirin. Polîsan bi bombeyên gazê mudaxale kir û girsê jî bi kevir û fişekên hewayî bersîv da. Çalakiyan heta derengê şevê berdewam kir. Di bûyerên şevê din de 4 polîs birîndar bûn.

3 RÊVEBERÊN BDP'Ê HATIN BINÇAVKIRIN

Polîsan şevê din li taxa Ova xwestin saet di 22.00'an de mudaxaleyî Konê berxwedanê bikin. Lê ji ber ku girsê bertek nîşan da polîs paşve vekişiyan. Polîsan herî dawî saet di 01.00'e şevê de cara 2'emin mudaxaleyî Konê Berxwedanê kir û kon hilweşand. Polisan beriya mudaxaleyê Endamê Meclîsa BDP'ê Diyadin Ulus, Serokê BDP'a Edeneyê Ugur Bayrak û Seroke BDP'a Seyrantepeyê Murat Turgay binçav kirin.

Li aliyê din polîsan biser mala Cîgirê Serokê BDP'a Edeneyê Mehmet Yagiz de girt. Ji ber ku Yagiz ne malê bûn polîs vala ji malê derketin.