Polîsan bi bombeyên gazê û ava şit êrîşî meşa xwendekarên ODTU'yê ya bi armanca balê bikşînîn ser çalakiya birçîbûnê ya li girtîgehan ya bêdem û dorveneger berdeweam dike xwestin li dar bixin kir.
Xwendekarên Zanîngeha Teknîk ya Ortadoguyê (ODTU) ji bo balê bikşînîn ser çalakiya birçîbûnê ya di 12'ê îlonê de ji aliyê girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK'ê ve hate destpêkirin meş li dar xistin. Meşa li kampusa zanîngehê destpê kir rastî êrîşa polîsan ya bi bombeyên gazê û ava şit hat. Xwendekaran ji bi şîşeyên soda, bombeyên deng û keviran bersiv da. Pevçûn berdewam dikin.