Polîsa 'sîxur' çû, serkomîserê ji DÎTÎB'ê kete şûna wê!

Li şûna Yazgan, Şûayîp Bîlîr ê ji DÎTÎB'ê li maseya "polîsê ahengiyê" ya Emniyeta Wîesbadenê hate bicihkirin.

Serkomîsera bi eslê xwe Tirk Dondu Yazgan, dema li maseya 'polîsê ahengiyê' ya Midûriyeta Emniyetê ya Wîesbadenê wezîfedar bû, derket holê ku têkiliya xwe bi MÎT'ê re heye û ji ber vê yekê ji wezîfeyê hate girtin. Niha jî li şûna Dondu Yazgan, serkomîserekî din ê bi eslê xwe Tirk ku têkiliyeke wî ya xurt bi DÎTÎB'ê re heye, hate bicihkirin.

Rêxistina Îstîxbaratê ya Tirk MÎT'ê, li Elmanyayê bi rêya saziya Diyanetê DÎTÎB'ê, konsolosxane, şîrketên paravan û bankayên Tirk tevnek sîxuriyê danî, xwe berda nava polîsên ELman û bi vî rengî têkildarî Kurdan û mûxalîfan agahî kom kir.

Serkomîser bi eslê xwe Tirk Dondu Yazgan, ku dema li beşa 'polîsê ahengiyê' ya li bajarê Wîesbaden ê Eyaleta Hessenê wezîfedar bû, têkiliya wê ya bi MÎT'ê re derketibû holê. Ev sîxura navboîr, ku ANF'ê navê wê kifş kir, tê gotin ku ji bo vê wezîfeyê li Emniyeta Elman hatiye bicihkirin.

'SÎXUR' ÊDÎ POLÎSEKE PAYENIZM E

Piştî nûçeya ANF'ê, malpera nûçeyan "Telepolîs" ragihand, ku Yazgan ji ber nasnameya xwe ya "polîsê ahengiyê" dikare bi hêsanî xwe bigihîne agahiyên li ser koçberên Kurd û Tirk ên li Elmanyayê. Rojnameya înternetê ku bi zimanê Elmanî weşanê dike, diyar kir ku Yazgan ev agahiyên xwe bi rê û rêbazên cuda, di ser konsolosxaneyên Frankfûrt û Maînzê re, ya jî yekser bi rêya tîma MÎT'ê ya li Elmanyayê gihandiye rêxistina polîsan a li Tirkiyeyê.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên nêzî Midûriyeta Emniyetê ya Eyaleta Hessenê ji ANF'ê re ragihandin, piştî lêpirsîna li Dondu Yazgan hate vekirin, payeya wê hate xistin. Çavkaniyên fermî yên li Hessenê li ser mijarê agahî nedan, lê belê tê gotin ku Yazgan êdî polîseke ji rêzê ye. Ji bo pirsa, "Yazgan dikare dîsa agahiyan bide îstîxbarata Tirk?" heman çavkanî got, "Ew êdî nema dikare xwe bigihîne ti agahiyên li ser Kurd û Tirkên li Elmanyayê dijîn."

YEKÎ JI DÎTÎB'Ê LI ŞÛNA YAZGAN RÛNIŞT!

Malperên înternetê yên nêzî AKP'ê ragihandibûn ku eger Serkomîsera bi eslê xwe Tirk Dondu Yazan "belgeyên karibe pê xwe mafdar nîşan bide" pêşkêş bike, piştî lêpirsîna ewlekariyê wê karibe li wezîfeya xwe vegere.

Lê belê, beriya eşkerebûna têkiliyên Yazgan bi MÎT'ê re, balkêş e li şûna wê polîsekî din ê bi eslê xwe Tirk rûnişt. Ji bo maseya 'polîsê ahengiyê' ya Emniyeta Wîesbadê serkomîser Şûayîp Bîlîr hate wezîfedarkirin. Bîlîr heta meha bihurî, li Midûriyeta Emniyetê ya Rojavayê Hessenê, li serokatiya daîreya pêşîgirtina li sûcan wezîfedar bû.

Bîlîr, roja 4'ê Sibata 2017'an, ji rojnameya Sabahê ya desthilatdariya Erdogan re axivî bû û li ser rexneyên li hemberî Yekîtiya Îslamê ya Tirk a Karên Diyanetê (DÎTÎB) ku weke şaxekî MÎT'ê li Elmanyayê dixebite, wiha gotibû:

"Em bi taybetî bi komele û saziyên dînî yên li herêma me dixebitin di nava têkiliyê de ne. Û em bi nûnerên wan re rûdinên û rojevê dinirxînin. Pirsgirêka me bi ti komeleyê re nîne."

LI HER BAJAREKÎ EYALETA HESSENÊ SERKOMÎSERÊN TIRK HENE!

Di vê navberê de, mîna Wîesbadenê li hemû bajarên Eyaleta Hessenê polîsên bi eslê xwe Tirk li nava 'polîsê ahengiyê' wezîfeyê dikin. Li gorî lêkolîna ANF'ê, di serî de li Frankfûrt, Kassel, Offenbach û Hanaû, gelek serkomîserên Tirk li midûriyetên emniyetê yên gelek bajaran bi navê 'polîsê ahengiyê' cih digirin.

Ev serkomîserên ku ji hemû koçberan berpirsyar in, ji bilî Tirkan bi ti civakê re eleqedar nabin. Mîna Yazgan balkêş e bi saziyên AKP'ê yên li Elmanyayê DÎTÎB û UETD re xwedî têkiliyeke germ in.