Polîs kuşt, dadgeriyê jî got 'heq' e
Der barê bûyera Tanrikûlû de, ku par li Bazîdê ji aliyê polîsên Tirk ve hat kuştin, Serdozgeriyê biryara 'pêwîstî bi şopandinê nîne' da. Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ya Bazîdê jî ev biryar erê kir û dosya girt.
Der barê bûyera Tanrikûlû de, ku par li Bazîdê ji aliyê polîsên Tirk ve hat kuştin, Serdozgeriyê biryara 'pêwîstî bi şopandinê nîne' da. Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ya Bazîdê jî ev biryar erê kir û dosya girt.
Di dema desthilatdariya AKP'ê de bi dehan kes bi îdîa 'şer derketiye' ji aliyê polîsan ve hat kuştin. Gelek lêpirsînên li ser mijarê hatin vekirin jî ji aliyê dadgeriyê ve bi biryara 'pêwîstî bi şopandinê nîne' hat girtin û polîs mafdar hatin nîşandan.
Herî dawî, di lêpirsîna bûyera Dîlan Kortak a li Stenbolê di dema serdegirtina mala wê de ji aliyê polîsan ve hat kuştin, pêwîstî bi girtina îfadeya polîsên tevlî operasyonê bûne nehat dîtin û lêpirsîn hat qedandin.
Erhan Tanrikûlû jî, li navçeya Agirî Bazîdê, di 25.05.2015'an de bi wesayîta xwe li cihekî nêzî Qereqola Polîsan a Ûlûyolê diçû. Lê belê polîsên tîmên taybet ên Tirk gule lê reşandibûn û ew qetil kiribûn.
Di vê bûyerê de, ewilî wesayîta Tanrikûlû ji aliyê polîsan ve hat sekinandin. Tanrikûlû ji polîsan re "Ez diçim mala xwe. Hûn çima min disekinînin" û li ser vê yekê nîqaş di navbera wî û polîsên tîmên taybet de derket. Piştî vê nîqaşê, Erhan Tanrikûlû ji bo biçe mala xwe li wesayîtê siwar bû û bi rê ket. Lê belê polîsên tîmên taybet ên Tirk gule li wesayîtê reşandin.
Şahidên bûyerê dan xuyakirin, ku li ser hişyariya 'bisekine' ya polîsan, Tanrikûlû ji wesayîtê peya bûye, gotiye "Tiştek nîne, tiştek nîne", lê belê polîsan dîsa jî gule lê reşandine.
Di rapora otopsiyê ya Tanrikûlû de derket holê, ku bi 3 guleyên li serî û çenga wî ketî, jiyana xwe ji dest daye.
'HAT ÎDÎAKIRIN KU ŞER DERKETIYE'
Li dû bûyerê, malbata Tanrikûlû giliyê polîsan kir. Lê belê Serdozgeriya Komarê ya Bazîdê îdîa kir ku bûyer ji ber 'rûdana şer' qewimiye. Serdozgeriya Tirk îdîa kir, ku di roja bûyerê de îxbara êrîşa li hemberî qereqolê hatiye kirin û biryara xwe spart van îdîayan, "Ji ber ku çalakiya gumanbaran di çarçoveya xala 16. a PVSK a bi hejmara 2559'an de man e, ku ev yek qanûna erka bikaranîna çekê ye, pêwîstî bi şopandina vê bûyerê nîne."
'DOSYA HAT GIRTIN'
Li ser vê yekê, malbatê bi rêya parêzeran îtiraz kir. Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ya Bazîdê îtiraza malbatê lêkolîn kir, lê biryara dozgeriyê mafdar dît. Dadgeriyê ev biryar da: "Di encama lêkolînên li ser dosyayê hatine kirin de, her çend wekîlê gazinker li dijî biryara Serdozgeriya Komarê derketiye jî, briyara Serdozgeriyê ne li dijî usûl û qanûnê ve, lewma îtiraz hatiye redkirin."