PJAK’ê êrîşa li ser Silêmaniyê şermezar kir
Komîteya Karên Derve ya PJAK’ê ji bo Silêmaniyê ya ku bûye hedefa dewleta Tirk banga piştgiriyê kir û bang li civaka navneteweyî kir ku bila bêdeng nemînin.
Komîteya Karên Derve ya PJAK’ê ji bo Silêmaniyê ya ku bûye hedefa dewleta Tirk banga piştgiriyê kir û bang li civaka navneteweyî kir ku bila bêdeng nemînin.
Komîteya Têkiliyên Derve ya PJAK’ê ragihand ku êrişa dewleta Tirk a li ser Balefirgeha Silêmaniyê, pêngavek dermirovî bû ku serweriya Iraq û Herêmê binpê kir û wiha got: “Bang li civaka navneteweyî û Iraqê dikin ku êdî li ser êrişên bi vî awayî bêdeng nemînin û dawî li dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Iraqê û Başûrê Kurdistanê bînin.”
Di 3’ê Nîsanê de dewleta Tirk a dagirker, rêya hewayî ya ji bo Balefirgeha Silêmaniyê girt. Her wiha duh êvarî êrişek hewayî bi rêya balefirên bê mirov ve li ser Balefirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê hate kirin. Piraniya nîşaneyan di vî milî de ye ku êriş ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye pêkanîn.
Komîteya Têkiliyên Derve ya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) di derbarê êrişa dewleta Tirk a dagirker ya li ser Balefirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê daxuyaniyek belav kir. PJAK’ê ragihand ku êrişa dewleta Tirk a li ser Balefirgeha Silêmaniyê, pêngavek dermirovî bû ku serweriya Iraq û Herêmê binpê kir û wiha got: “Bang li civaka navneteweyî û Iraqê dikin ku êdî li ser êrişên bi vî awayî bêdeng nemînin û dawî li dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Iraqê û Başûrê Kurdistanê bînin.”
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin
“Bajarê Silêmanî bi dirêjiya temenê xwe bi nîştîmanperwerî û welatparêziyê tê nasîn û di rojên teng de li hewara gelê me yê li beşên din ên Kurdistanê rabûye. Silêmanî her tim bûye navenda hilweşandina desthilatiyê û dengê dijî dagirkeriyê. Ev jî bûne sedema êrişên dijmin û dijberên Kurdistanê li ser vî bajarî çêbibin. Ji bo vê meqamê qurbaniyên giranbiha daye.
Êrişa balefirên bê mirov a dewleta Tirk a dagirker ya li ser Balefirgeha Silêmaniyê, pêngavek dermirovî bû ku serweriya Herêma Başûrê Kurdistanê û Iraqê binpê kir. Ne cara yekem e ku êrişî Başûrê Kurdistanê dike ku bi dehan welatiyên sivîl û pêşmerge di encama van êrişan de şehîd bûne. Ger sînorek ji bo van destdirêjiyên dewleta Tirk re neyê danîn, dibe ku dubare bibe.
Em êrişa li ser Balefirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê şermezar dikin û ji bo piştgiriya vî bajarê nîştîmanperwer, li benda helwestek yekgirtî ya xelkê Başûrê Kurdistanê ne. Bang li civaka navneteweyî, Iraq û Başûrê Kurdistanê dikin, êdî li beramberî êrişên bi vî awayî bêdeng nemînin û dawî li dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê û Iraqê bînin.”