Greva birçîbûnê ya ku di girtîgehên Tirk ên li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê hatiye destpêkirin nêzî roja 50’emîn dibe. Piştgiriya ji bo grevê her ku diçe zêdetir dibe. Komek ji endamên Partiya Çepgir a Alman li bajarê Essenê li ber konsolosa Tirk çalakiyeke protestoyî li dar xistin û aşkere kirin ku ew piştgirî didin çalakiya girtiyên Kurd.
Piştgiriya parêzvanên mafê mirovan û endamên partiyê çepgir ên Ewropayê ji bo greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd her ku diçe zêdetir dibin. Duh jî li bajarê Almanya Essenê li ber konsolosxaneya Tirk çalakiyek protestoyi hate lidarxistin. Di çalakiya protestoyî de hukûmeta Tirk bi zimaneke tund hate rexnekirin û hate xwestin ku guhdarî daxwazên girtiyên Kurd bikin.
Xwepêşandana bi dirûşima “Greva Birçîbûnê Qêrîna Azadiyê ye” tevî YXK’ê ji aliyê gelek koman ve hate destekkirin. Di xwepêşandanê de posterê Rêberê Gelê Kurd Adullah Ocalan hate hilgirtin.