'Pêwîste serî li hemû rêyên hiqûqî bên dayîn û pêvajo bê şopandin'

Parêzer Destîna Yildiz ji bo binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan li derve jî bê bihîstin, qala rê û rêbazan kir û got, "Eger lêpirsîneke xurt neyê kirin, wê bûyer bêne nixumandin."

Hem pêkhateyên derve, hem jî malbatên girtiyan û partiyên siyasî banga bihîstina dengê girtiyan dikin û li dijî van hemû binpêkirinan têdikoşin. Li gel vê, her çend li Tirkiyeyê karkirina hiqûqê gelekî zehmet e jî, me ji Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan (OHD) Destîna Yildiz pirsî ku di vê pêvajoyê de malbatên girtiyan û girtî dikarin çi bikin? Destîna Yildiz jî qala, girîngiya bikaranîna mafên xwe yên hiqûqî kir.

RÊBAZ LI GORÎ BINPÊKIRINAN DIGUHERE

Yildiz destnîşan kir, ku li girtîgehan binpêkirinên mafan gelek in û got, "Rêbaz jî li gorî van binpêkirinan diguhere. Di rewşa binpêkirina qedexeya êşkenceyê û kiryarên xerab ên ji ber lêgerîna tazî yan jî destdirêjiyê de, bêguman divê pêşî serî li dozgeriyê bê dayin û gilî bê kirin. Dema ku ji ber biryarên îdarî yên der barê cezayên dîsîplînê yên wekî cezayên ragihandinê, qedexekirina ziyaretvanan an jî sansura nameyan de mafê ragihandinê an jî mafê rêzgirtina malbat û jiyana taybet hat binpêkirin, divê serlêdan ji dadwerê îdamê re were kirin ku daxwaz bike, biryara binpêkirinê bê rakirin. Ji xeynî van, li cihê ku girtîgeh lê ye serî li sazî û desteyên wekî Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê û Desteya Mafên Mirovan a Parêzgehê didin. Serlêdan dikare ji baroya parêzgehê ya ku girtîgeh lê ye jî were kirin. Di binpêkirina mafê tenduristiyê de, giliyê bijîşkên parêzgeha ku girtîgeh lê ne an jî ji Yekitiya Tabîbên Tirk re tên kirin. Di rewşên ku azadiya derbirînê ji ber nebûna weşanên demkî û yên demkî yên wekî pirtûk, kovar û rojnameyan tê binpêkirin, pêwîst e li dijî biryarên îdarî yên têkildar serî li dadwerên înfazê bidin û daxwaza betalkirina biryaran bikin. Her wiha bi îdiaya ku rêveberiya girtîgehê der barê van biryaran de rayeya xwe îstîsmar kiriye dikare gilî bê kirin."

'GIRÎNG E KU BINPÊKIRINÊN MAFAN ÊN LI GIRTÎGEHAN BÊN EŞKEREKIRIN'

Yildiz anî ziman, ku malbat jî wek girtî dikarin serî li van rêyan bidin û got, "Ji xeynî vê, serî li rêxistinên girseyî yên demokratîk ên wekî Komeleya Mafên Mirovan, Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê jî dikarin bên kirin. Her wiha girîng e ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bên eşkerekirin û dengê girtiyan li derve were bihîstin."

LI GIRTÎGEHÊ TUNDIYA DERÛNÎ Û FÎZÎKÎ TÊN KIRIN

Yildiz diyar kir ku pêdivî ye, ku hemî rêyên qanûnî yên têkildar werin sepandin û pêvajoyê bişopînin û wiha pê de çû: "Li girtîgehê dem bi dem girtî rastî tundiya giran a derûnî û fizîkî tên. Tundiya derûnî û fizîkî ya ku ji destpêkê ve li ser girtiyên siyasî tê kirin, di vê qonaxê de li ser girtiyên edlî jî bi awayekî vekirî tê kirin. Herî dawî gelek girtiyan li Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 5 a Sîlîvriyê û Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 2 a Maltepeyê ji ber tundiya fîzîkî û psîkolojîk hewl dan întîxarê bikin. Dîsa em herî dawî hîn bûn ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2. a Tekîrdagê girtiyê edlî û sêwî ji ber şîdeta derûnî ya ku lê hatiye kirin întîxar kiriye. Ne tesaduf e ku di van salên dawî de şîdeta psîkolojîk û fizîkî li girtîgehan ewqas zêde bûye û girtî bi eşkereyî hewla întîxarê didin. Berfirehkirina siyaseta zordar a hikûmetê ya li derve û encama siyaseta wê ya bêcezakirinê ye.”

Yildiz ragihand ku girîng e ku pêvajoyên têkildarî mirinên bi guman heta dawiyê bişopînin û weha dawî li axaftina xwe anî: "Di van lêpirsînan de lêpirsîneke bi bandor nayê kirin û hewl tê dayîn pêvajo bê veşartin. Ev dibe sedema feraseta bêcezabûnê. Kiryarên weke nedana wesayîta cenaze ji girtiyên li girtîgehê jiyana xwe ji dest dane, revandina cenazeyan, definkirina bi polîs û cendirmeyan re, nedayîna konên sersaxiyê ji malbatên girtiyên jiyana xwe ji dest dane re li dijî mafê rêzgirtina ji malbat û jiyana taybet û azadiya ol û baweriyê re û kiryarên qanûnên sûc ên dijmin in."