Pêvajoya hilbijartina herêmî ya di 31’ê Adarê de dest pê kir

Li Tirkiyeyê pêvajoya hilbijartina herêmî ya di 31’ê Adarê de hate destpêkirin. Li gorî bernameya Desteya Hilbijartinê ya Bilind di 2’ê Çileyê de partiyên ku dikarin tevlî hilbijartinê bibin ew ê werin eşkerekirin.

Partiyên ku dikarin tevlî hilbijartina herêmî bibin ew ê di 2’ê Çileyê de werin eşkerekirin. Lîsteyên li keyatiyan jî ew ê ji 4’ê Çileyê saet ji 08.00’an heta 17’ê Çileyê saet 17.00’an li buroyên keyatiyan be.

Di pûsûlaya dengan de cihê partiyên siyasî ew ê di 27’ê Çileyê de bi pişkê were diyarkirin. Partiyên siyasî ew ê lîsteyên xwe yên namzetiyê di 19’ê Sibatê de teslîmî desteya hilbijartinê bikin. Li gorî vêya lîsteya namzetên demborî wê di 22’ê Sibatê de ew ê lîsteyên namzetan ên teqez jî ew ê di 3’ê Adarê de were diyarkirin.

Li gorî Desteya Hilbijartinê ya Bilind propagandaya hilbijartin û qedexeyan ew ê di 21’ê Adarê de were destpêkirin û di 30’ê Adarê saet di 18.00’an de bi dawî bibe.

Hilbijartin ew ê di 31’ê Adara 2019’an roja Yekşemê werin kirin. Qedexeyên hilbijartinê ew ê di heman rojê de saet di 24.00’an de bi dawî bibe.