Penteker: Bexda û Hewlêr têkilî êrîşên kimyewî divê lêkolînê bixwazin

Berdevka IPPNEW'yê Penteker têkilî êrîşên kimyewî yên dewleta Tirk got divê Bexda û Hewlêr lêkolînê bixwazin. Penteker got, ''Lê vê naxwazin ji ber ku bi rengekî aşkere hevkariya sûc bi Tirkiyê re dikin.''

Berdevka Doktorên Navnetewî yên Pêşîlêgirtina Şerê Nukleer Dr. Med Gîsel Penteker têkilî êrîşên kimyewî yên dewleta Tirk ji Medya Haberê re axivî.

Penteker li ser mijara êrîşên bi çekên kimyewî yên dewleta Tirk got, ''Di rewşa asayî de hikûmeta li wî cihî ku rûdan pêk hatî dikare vê bike. Ango hikûmeta Iraqê û hikûmeta Kurdistanê-Barzanî divê vê ji saziyên navnetewî yên weke OPCW'ê bixwaze. Lê vê nakin, ji ber ku bi rengekî aşkere hevkariya sûc bi Tirkiyê re dikin û bi rengekî hevpar ji bo ku PKK'ê tine bikin berjewendiyên wan hene.''

Penteker têkilî êrîşên kimyewî yên dewleta Tirk got, ''Hin saziyên mafê mirovan ên Başûrê Kurdistanê me bi wan re jî hevdîtin kir. Hin wêneyên ku ji wir hatin em li ser wan sekinînin. Û hin cihan em gihaştin wê encamê dîmenên têkilî vê û gumanên mirovan mafdar in .Di miemeleyê nebaş de ya li dijî çalakgeran tê diyarkirin ava jidiyayî jî çavan û çermê mirov dişewitîne .Ji ber vê ev aşkere nîşan dide ku tiştin li avê têne zêdekirin.

Em ne di wê rewşê de ku lêkolînê bikin. Niha ku bixwazim lêkolînê bikim, biçim mînaka axê bistînim û bistînim jî kesek ji min bawer nake. Hikê wê nîne. Rêxistineke me ya navnetewî ya kontrolê dike û divê li vê bikeole. Ji zû de ye em vê ji wan dixwazin. Ji ber ku ya ku mirov herî pir pê ewle ev e.  Û ez fêhm nakim ku hikûmeta Iraqê dihêle Tirkiye ev qasî bi herêma wê ve biçe û şerê li wir bidomîne.

Di rewşa asayî de hikûmeta li cihî ku rûdan lê pêk hatî dikare vê bike. Ango hikûmeta Iraqê an jî hikûmeta Kurdistanê-Barzanî dikarin vê ji saziyên navnetewî yên weke OPCW'ê bixwazin. Lê vê nakin,ji ber ku bi rengekî aşkere hevkariyê bi dewleta Tirkiyê re dikin û bi rengekî hevpar ji bo ku PKK'ê tine bikin berjewendiyên wan hene.''