PEN a Kurd xwest, rojnamevanên hatine destgîrkirin tavilê bêne berdan
PEN a Kurd destgîrkirina rojnamevanan a li Amedê şermezar kir û xwest tavilê bêne berdan.
PEN a Kurd destgîrkirina rojnamevanan a li Amedê şermezar kir û xwest tavilê bêne berdan.
Li Amedê di serdegirtinan de îro danê sibehê polisan Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Serdar Altan, midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS’ê Gulşen Koçûk, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û rojnamevan Omer Çelîk, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Berîvan Karatoprak, Neşe Toprak, Îbrahîm Koyûncû, Esmer Tûnç, Mehmet Şahîn, Zeynel Abîdîn Bûlût destgîr kirin.
Komîteya Birêveberiya Giştî ya Navenda PEN a Kurd têkildarî mijarê daxuyanî da.
Di daxuyaniya Komîteya Rêveberiya Giştî ya Navenda PEN a Kurd wiha tê gotin:
"Li Tirkiyeyê zext, zor û çewsandina li ser rojnamevan û azadiya derbirînê her ku diçe zêdetir dibe. Herî dawî li Amedê gelek kedkarên çapemeniya Kurdan, bi avêtina ser malên wan de hatine binçavkirin.
Li gorî ragihandina çapemeniyê; Hevserokê Komeleya Rojnamevanên Dîcle û Firatê Serdar Altan û Gerînendeya JinNewsê Safiye Alagaş jî tê de, 13 rojnamevan hatine binçavkirin. Navên rojnamegerên din ên binçavkirî ev in: Gulşen Koçak, Omer Çelîk, Azîz Oruç, Suat Doguhan, Ramazan Gecîken, Berivan Karatoprak, Neşe Toprak, Îbrahîm Koyuncu, Esmer Tunç, Mehmet Şahîn û Zeynel Abîdîn Bulut.
Divê bê gotin ku sê roj berê jî Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle û Firatê Dîcle Muftuoglu jî hatibû binçavkirin, lê du roj berê hat berdan.
Dema ku ev daxuyanî dihat nivîsandin, me bihîst ku hêzên ewlekariyê bi ser avahiya Jin Newsê de jî girtine.
Em wekî Navenda PEN a Kurd ji ber zext û zora li ser rojnamegeran û binpêkirina ravekirina fikir û ramanê xemgîn û dilgiran in, rewşa heyî ya nexweş şermezar dikin û hêvî dikin ku rojnamegerên hatine binçavkirin yekser û demildest bêne berdan."