PEN a Îranê: Ozgur Gundem rojnameya me ye
Serokê PEN a Îranê Bahram Rahmanî da xuyakirin, ku ji ber zêdebûna êrîşên li Tirkiyeyê yên li hemberî azadiya çapemenî û ramanê ew bi fikar in û diyar kir, ew Ozgur Gundemê weke rojnameya xwe dibînin.
Serokê PEN a Îranê Bahram Rahmanî da xuyakirin, ku ji ber zêdebûna êrîşên li Tirkiyeyê yên li hemberî azadiya çapemenî û ramanê ew bi fikar in û diyar kir, ew Ozgur Gundemê weke rojnameya xwe dibînin.
Rahmanî destnîşan kir, ku weke PEN a Îranê ew li cem rewşenbîr û rojnamevanên li Tirkiyeyê rastiyan digihînin gel in û got, "Em têkoşîna wan weke têkoşîna xwe dibînin. Ji ber ku serketina wan, bandoreke erênî li rewşa li Îranê, têkoşîna kedkar û rewşenbîran dike. Em Ozgur Gundemê weke rojnameya xwe dibînin û ji bo Ozgur Gundem weşana xwe bidomînin û rojnamevanên girtî werin berdan, çi ji destê me bê em ê bikin."
Rahmanî diyar kir, Ozgur Gundem rastiyan û komkujiyan eşkere dike, lewma dibe hedefa êrîşên giran û ev nirxandin kir:
"Êrîşên li hemberî Ozgur Gundemê nabe bi tena serê xwe bên nirxandin. Parçeyek ji şer û êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd e. Erdogan û AKP ji ber ku naxwazin rastî werin zanîn zextê li çapemeniyê dikin, rojnamevanan didin girtin, dixwazin Ozgur Gundemê û dengên mûxalîf bibirin."
PÊWÎSTÎ BI BERXWEDANEKE HEVPAR HEYE
Rahmanî ragihand, hikûmeta AKP'ê ne tenê êrîşî Kurdan dike, di heman demê de êrîşî karker û kedkarên doza mafên xwe dikin, êrîşî hindikahiyan dike û got, "Ji ber vê yekê, pêwîste hemû beşên civakê tevî Kurdan bi rengekî hevpar li ber xwe bidin. Lê mixabin li eniya sendîkayê nerazîbûneke cidî nayê nîşandan." Rahmanî destnîşan kir, bêdengiya li rojavayê welêt cihê fikaran e.
Rahmanî diyar kir, Erdogan ê bi polîtîkaya neteweperest û olî dimeşe, gav bi gav Tirkiyeye vediguherîne Îranê û hişyarî da, eger ol û siyaset ji hev neyê cihêkirin, wê pirsgirêkên gelekî mezin derkevin pêşiya Tirkiyeyê.
BANDORA OCALAN LI SER TEVAHIYA KURDISTANÊ HEYE
Serokê PEN a Îranê Bahram Rahmanî rewşa niha ya Tirkiyeyê şiband dema Apartheîd a li Afrîka Başûr û ev tespît kir: "Mîna ku rejîma Afrîka Başûr li hemberî gelê reş şer îlan kir, Erdogan jî li hemberî Kurdan şer da destpêkirin. Li hemberî gelê Kurd ê li Kurdistanê şerekî hovane tê meşandin. Mîna Nelson Mandela, Rêberê Gelê Kurd jî girtî ye. Beriya 17 salan Ocalan bi tenê lîderê PKK'ê bû. Lê niha Ocalan bûye lîderê temamiya gelê Kurd. Ocalan ne tenê li Kurdistana Tirkiyeyê bi bandor e, li parçeyên din jî xwedî bandoreke mezin e."
Rahmanî destnîşan kir, ji ber van hemûyan azadiya Abdullah Ocalan ne tenê gelê Kurd wê tevahiya gelên li Rojhilata Navîn xurt bike û rewşê nerm bike.
DIVÊ OCALAN BÊ BERDAN
Rahmanî da zanîn, modela ev 5 sal in bi rengekî serketî li Rojava tê meşandin, berhema nêrînên Ocalan e û anî ziman, vê yekê hêvî da ye gelên li herêmê dijîn. Rahmanî got, "Azadbûna Ocalan wê bibe sedem ku ev nêrîn bêhtir belav bibe. Nêrînên Ocalan ne tenê ji bo Kurdan di heman demê de bi kêrî gelên din ên hindikahî, karker, kedkar û jinan tên. Zerarê didin bûrjûvaziyê. Ji ber van hemûyan divê Ocalan serbest bê berdan. Ji bo pêkhatina vê jî, tevî Kurdan divê gelên din jî bi xurtî bixebitin."
ROJNAMEVANÊN LI GIRTÎGEHÊN ÎRANÊ TÊN RAGIRTIN, DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE
Rahmanî da xuyakirin, ku li girtîgehên Îranê bi qasî 15 rojnamevan di greva birçîbûnê de ne û têkildarî tenduristiya rojnamevanê Kurd Mohammed Seddîgh Kaboûdvan ê piştî ragirtina 10 salan a li girtîgehê hat berdan, endîşeyên xwe anî ziman.
Rahmanî got, "Dema mirov dikevin girtîgehan tenduristiya wan baş e. Lê belê ji ber zextên fîzîkî û psîkolojîk ên li girtîgehan bi rengekî nexweş an jî mirî ji girtîgehan tên derxistin. Rejîma Molla ne tenê îşkenceyê li girtiyan dike, di heman demê de zorê dide hevjînên wan ji bo cihê bibin. Ji bo şermezarkirina van hemûyan, girtiyên li girtîgehên Îranê neçar dimînin gelek caran bikevin greva birçîbûnê."
PÊŞNIYARA KAMPANYA HEVPAR LI PEN A TIRKIYEYÊ HAT KIRIN
Serokê PEN a Îranê Rahmanî bibîr xist, li gelemperiya cîhanê welatên herî zêde zextê li rojnamevanan dikin Îran û Tirkiye ne û da zanîn, li van welatan gelek rojnamevan girtî ne. Rahmanî diyar kir, wan pêşniyar li PEN a Tirkiyeyê kirine, ku ji bo rakirina sansurê, serbesberdana rojnamevan û nivîskarên girtî kampanyayeke hevpar bidin destpêkirin, lê hê bersiv ji wan re nehatiye.
Rahmanî da xuyakirin, ku eger bersiv hinekî din dereng bikeve, ew ê yekser bi PEN a Navneteweyî re têkiliyê deynin û ji bo berdana rojnamevanên girtî kampanyayê bidin destpêkirin.