Pedal vê carê ji bo azadiya Ocalan dizivirin

Bi armanca daxwaza azadiya Ocalan bi dehan ciwanên ku di pêşengiya Ciwanên Azad de hatin gel hev çalakiya xwe ya bi bîsîklet diomandin. Ciwan 361 km ye pedalan ji bo azadiya Ocalan dizivirînin.

Vê carê pedal li bajarên Ewropa ji bo azadiya Ocalan dizivirin. Bi armanca daxwaza azadiya Ocalan bi dehan ciwanên ku di pêşengiya Ciwanên Azad de hatin gel hev çalakiya xwe ya bi bîsîklet diomandin. Ciwan 361 km ye pedalan ji bo azadiya Ocalan dizivirînin.

Çalakiya ciwanan a bi bîsîklet ku bi armanca daxwaza azadiya Ocalan 2’yê Cotmehê li bajarê Strasbourg ê Fransa destpê kir û heta bajarê Cenevre yê Swîsre li ber Neteweyên Yekbûyî wê bidome  di roja 5. de dewam dike.

ELEQEYEKE ZÊDE JI ÇALAKIYÊ RE HEYE

Pedalên ku heta îro ji aliyê gelek beşan ve bi armancên cuda dihatin zivirandin vê carê ji azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dizivirin. Ciwanên ku di navçe û bajaran re derbas dibin rastî eleqeyeke zêde ya Ewropayiyan tên

BI SIRÛD Û STRANAN GOVENDÊ DIGIRIN

Moralê kesên tevlî çalakiyê bûne ku bilind e, ciwan tevî şert û mercên zehmet ên hewaya li Swîsre jî çalakiya xwe bi israr didomînin. Tevî westandinê jî rawestgehên ku bêhna xwe vedidin li ber sirûd û stranan bi coş govendê digirin.

ÇALAKÎ HÊVIYÊ DIDE CIWANAN

Kurdistaniyên bajarên li ser rêya çalakiyê jî seferber bûne. Her wiha ciwan li cihê rawestînê aktîvîteyan û panelan organîze dikin, Kurdistanî û dostên wan ên piştgiriyê didin van çalakiyana di vî fikrê de ne ku bi vî şeklî di ciwanên bi awayekî a-sosyal li Ewropayê dijîn de hêvî çêdibin.

OCALAN PÊŞEROJA CIWANAN E

Ciwan, di her firsendê de destnîşan dikin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di serî de ji bo gelê Kurd ji Rojhilata Navîn û cîhanê tevahî re xwedî girîngiyek mezin e. Ciwanan, ciwan Kurdan ên li dîasporayê jî hişyar kirin ku divê xwe ji polîkayên Modernîteya Kapîtalîst a ciwantiyê tine dike dûr bixin.

PÊWÎST E EM JÎ JI HIŞYARIYA EWROPAYÊ SÛDÊ WERGIRIN

Ciwanan ragihandin ku ciwanên Kurdistanî yên li Ewropayê dijîn li hember tecrîda di şexsê Ocalan de li hemberî gelê Kurd pêk tê û polîtîkayên şer divê her tim li ser piyan bin, bi Kobanê re li Ewropayê li hember gelê Kurd atmosferek erênî çêbûye û divê ev hişyariya jî bi awayekî karibe sûdê bide têkoşîna gelê Kurd bê guhertin.

OCALAN GARANTORÊ AŞTÎ Û AZADIYÊ YE

Ciwanên ji Strasbourgê ber bi Cenevreyê ji bo azadiyê pedalan dizîvirînin bi gotina, “Her çiqasî em ji rastiya Kurdistanê dûr jî jiyabin, em her tim berxwedan û êşên wê di kûrahiya dilê xwe de hîs dikin.” ketin rê. Ciwan bi dirûşma ji Ocalan re azadî ve di kîjan bajarî re derbas dibin daxwaza azadiya Ocalan ê garantorê aştî û azadiyê ye, qîr dikin.

PÊWÎST E HÊZÊN NAVNETEWEYÎ BIKEVIN TEVGERÊ

Ciwan di her firsendê de dibêjin ku hem li hember tecrîda li ser Ocalan û şerê li Kurdistanê, pêwîst e hêzên navneteweyî bikevin tevgerê. Divê ev sazî li hemberî gelê ku dijminê DAIŞ’ê ye hişyar bin.

Îro, ciwan wê xwe bigihînin bajarê Lozanê, piştre jî wê di 9’ê Cotmehê de li Navenda Neteweyên Yekbûyî de dosyaya bi daxwaza azadiya Ocalan, radestî rayedaran bikin û çalakiya xwe bi dawî bikin.

...