Partiyên siyasî serdanî Nobeta Edaletê kirin

Rêveberên Partiya DEVA, HDP’ê û DBP’ê ji bo piştevaniyê serdana xizmên girtiyan ên Nobeta Edaletê didomînin kirin.

Malbatên girtiyan, bi daxwaza ku girtiyên nexweş, girtiyên înfazên wan hatine şewitandin ên nayên berdan bên berdan û ji bo binpêkirinên mafan bi dawî bibin li Baroya Amedê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Nobeta malbatan di roja 26’an de berdewam dike. Alîkarê Serokê Giştî yê DAVA’ê û Parlamenterê Stenbolê Mustafa Yeneroglu serdana Baroya Amedê kir û bi Serokê Baroya Amedê Nahît Eren re hevdîn pêk anî. Piştî hevdîtina bi rêveberên baroyê re, Yeneroglu bi şandeya bi xwe re serdanî Nobeta Edaletê kir.

Xizmên girtiyan, ji Yeneroglu re qala zext, binpêkirinên mafan û rewşa girtiyên nexweş kir. Yeneroglu, soza ku wê bi Wezîrê Edaletê re demek herî nêz hevdîtinê bike da xizmên girtiyan.

‘LI HUNDIR Û DERVE RE TECRÎDEK MEZIN‘

Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên navçeya Yenîşehrê serdana xizmên girtiyan kir. Di serdanê de Hevseroka HDP’ê ya Yenîşehrê Remziye Sizici axivî û got: “Li hundir û ji derve re em beranberî tecrîdek mezinin. Lê belê ji koka xwe de em xwedî paradîkmayek ewqas mezin ku em tu carê gavan paş de navêjin. Timî em dengê dayikên xwe û girtiyên xwe yên girtîgehan de hewl didin ji raya giştî re ragihînin. Bizanin ku em timî ligel we ne.“

‘LI GIRTÎGEHAN PÊKANÎNÊN KEYFΑ

Xizmê girtiyan Încî Guler, spasiya xwe ji bo siyasetmedar kirin û got: “Xizmên me girtiyên nexweş bi awayek keyfî li girtîgehê tên girtin û li girtîgehê jî pêkanînên keyfî tên pêkanîn. Ji bo li welat edalet tuneye, bi vê çalakiyê me xwest em dangê ji raya giştî re ragihînin. Rewşa girtiyên nexweş gelek xirabe û her ku diçe rewşa wan li ber nebaşiyê ve diçe. Divê rojek berî rojekê dengê me were bihistîn û çareseriyek were dîti.“