Partiya Çepgir a Ewropayê erîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kir

Partiya Çepgir a Ewropayê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û êrîşên hikûmeta Iraqê yên li ser Şengalê şermezar kir.

Serokê Partiya Çepgir a Ewropayê Heînz Bîerbaûm di daxuyaniya ku xwend de, da zanîn ku dewleta Tirk du hefte ne li Iraqê şer dike û bi bîr xist ku girêdayî vê geşedanê artêşa Iraqê jî êrîşê herêmên Êzidiyan ên li Şengalê dike. Bîerbaûm diyar kir ku DAÎŞ’ê sala 2014’an Şengal ji xwe re kiriye armanc û îşaret bi wê yekê kir ku di wê pêvajoyê de bi hezaran kes hatine kuştin û bi hezaran jin jî dîl hatine girtin.

Bîerbaûm her wiha got: “Lê vê carê artêşa Iraqê bi xwe zorê dide mirovan ku ji Şengalê birevin. Ev tevgera leşkerî, bi êrîşên dewleta Tirk ên li bakurê Iraqê re eleqedar e. Di têkoşînê bi PKK’ê re ji bo wan Şengal cihekî stratejik û girîng e. Wisa xuya ye ku wê bi tu awayî gav bi paş de neavêjin.”

‘DIVÊ DINYA NEHÊLE ÊZIDÎ CARDIN BIBIN QURBANÊ POLÎTÎKAYÊN KOÇBERKIRINÊ YÊN KÊYFÎ’

Bîerbaûm di dewama axavtina xwe de ev gotin kirin: “Em van êrîşan şermezar dikin! Di demekê de ku Êzidî di dîroka xwe ya tije zilm û surgunan careke din bûn qurbanê polîtîkayên koçberkirinê yên kêyfî, divê civaka cîhanî çavê xwe li vê yekê negire!”

Bîerbaûm bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî; “Ewropa êdî nikare ji nedîtî ve bê dema ku endamekî NATO’yê êrîşên ku qanûnên navneteweyî binpê dikin, bike! Aştiya hemû gelên li Iraqê encax eger Iraq êdî nebe qada lîstika berjewendiyên derve û êrîşên leşkerî li gorî wê bên cezakirin, dikare pêk bê.”